MÛŞ - Parlamentera HDP’ê ya li Mûşê hat hilbijartin Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ji ber îtîraza AKP’ê, biyar hat dayîn ku hemû dengên Mûşê ji nû de bên hilbijartin û got: “Gef li serokê lijneya hilbijartina bajêr tên xwarin. AKP bi darê zorê dixwaze, wekîlên HDP’ê jê bistîne.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Mûşê ji 4 wekîlan 3 derxistin. Lê AKP’ê îtîraz kir. Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ev îtîraza AKP’ê qebûl kir. Lijneya ku îtîraz nirxand, biryar da ku dengên li hemû navçeyan ji nû de bijmêre. Di rojên derbas bûyî de tenê dengên hatibû betalkirin, ji nû de hatin jimartin, lê AKP’ê dîsan îtîraz kir û dê ji nû de dengên navçeyan bên jimartin. Di çarçoveya biryara hat dayîn de, îro dê dengên navçeyên Kop û Milazgirê bên jimartin. Sibe jî dê dengên navçeyên Gimgim û Haskoy bên jimartin. Dengê navçeya Korkut jî dê roja Yekşemê bê jimartin.
'GELEK PARLAMENTER LI MÛŞÊ NE'
Parlamentera HDP’ê ya li Mûşê hat hilbijartin Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku vê pêvajoyê ji nêz de dişopîne û wiha axivî: “Li dijî bê hiqûqiya tê jiyîn, dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamenterê HDP’ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê yên hatin hilbijartin Selçûk Mizrakli, Meral Daniş Beştaş û Ayşe Acar Başaran bên bajêr. Emê daxuyanî bidin. Biryara Lijneya Hilbijartinê ne hiqûqiye. Em ê jî li dijî vê yekê îtîraz bikin. Ger ev îtîraza me neyê qebûl kirin, em ê serî li YSK’ê bidin û îtîraz bikin. Li hemû navçeyan jimartinê dest pê kirin. Li hin navçeyan navber ji bo jimartinan hatin dayîn. Ber bi êvarî ve dê cardin dest bi jimartinê bê kirin. Jimartin dê heya roja Şemiyê saetat 10.00’an berdewam bike.”
'HEMÛ ÎTÎRAZÊN ME NEHATIN QEBÛL KIRIN'
Koçyîgît, da zanîn ku bi rojane li bajêr bi hiqûqiyek mezin heye û wiha got: “Ne tenê dengên hatin betal kirin, dê hemû dengan ji nû de bijmêrin. Ev jî dide nîşanda ku AKP binkeftinê qebûl nake. Bi van îtîrazan AKP hewl dide bi darê zorê wekîlên me ji xwe re bidize. Daneyên YDK’ê zelalin. Bi awayeke bê hiqûqî hemû îtîrazên AKP’ê qebûl kirin. Lê hemû îtîrazên me jî qebûl nekirin û red kirin.”
'GEFAN LI LIJNEYA HILBIJARTINÊ YA BAJÊR DIXWÎN'
Koçyîgît, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr êrîşên siyasî hene. Ev pir vekirî û zelale. Li gel me serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr tim tehdît dikin. Ji Enqerê tim telefonê li serokê lijneya hilbijatinê ya bajarê dikin. AKP li vê derê dixwazr bi darê zarokê wekîlekê me ji me bigire. Em tim li edliyê ne. Emê şopdarê vê yekê bin. Ji bo em vê bêhiqûqiyê asteng bikin, em ê nobeta xwe ya edliyê berdewam bikin û tim îtîraz bikin.”