AYDIN - HDP'ê li Aydinê xwest 16 hezar dengên ku nehatin qebûlkirin ji nûve bên jimartin. YSK'ê ewil daxwaza HDP'ê qebûl kir û piştre dîsa îtîraz kir. Hilbijêrên HDP'ê bertek nîşani biryarê dan û diyar kirin ku ev qek desteserkirina mafan e. Hilbijêran anîn ziman ku ew dê li dengê xwe xwedî derkevin û hesapê vê yekê bipirsin.
Li Aydinê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwest 16 hezar dengên di hilbijartina 24'ê hezîranê de nehatin qebûlkirin ji nûve bên jimartin. YSK'ê ewil daxwaza HDP'ê qebûl kir û piştre piştre ev daxwaza HDP'ê red kir. Li dijî vê helwesta YSK'ê hilbijêran bertekên xwe anîn ziman. Hilbijêran anîn ziman ku dê bi şopa dengê xwe bikevin. Hilbijêrê HDPê Sureyya Bor, diyar kir ku ew ji dengê xwe bawerin û wiha got: "Dewletê li Aydinê hemû derfet xistin destê îktîdara AKP'ê. AKP'ê li ser navê ol siyaset kir. Lê em dê hesabê van dengan bipirsin. AKP li Tirkiye ji bo dengan bi dize seferber bûye. Em dê hesabê vê dagirkirin û desteserkirina dengan bipirsin. Em dê hemû hilbijêr li dengê xwe xwedî derkevin. Ji bo dengê me yên hatin dizîn çi hewce be em dê bikin."
Hilbijêra HDP'ê Sabahattin Bor jî diyar kir ku li Aydinê dengên HDP’ê hatin xezp kirin û wiha got: "Em dê li pişt dengên xwe rawestin. Maf û dengên me hatin xezpkirin. Em dê hesabê vê yekê bipirsin. Hilbijêr Hanife Gedik Başer jî anî ziman ku dê li dengê xwe xwedî derkevin û hewce be dê li pêş lijneya hilbijartinê ya bajar çalakiyê pêk bînin. Başer, da zanîn ku ev hilbijartinek faşizminê bû û wiha lê zêde kir: "Bi hîle, lîstik û diziyê xwestin HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Bê qebûlkirin an neyê qebûlkirin, lê di rastiyê de me li Aydinê wekîlek derxist. Em dê li dengê xwe xwedî derkevin. Ji bo em mafê xwe bistînin hewce be em dê şev û roj li ber Lijneyên Hilbijartinê ya Bajar çalakiya rûniştinê pêk bînin.
LI AYDINÊ EM BI SER KETIN
Hilbijêr Nerîman Salîm jî anî ziman ku di rastiyê de li Aydinê HDP bi ser ketiye û wiha got: "Di hilbijartinê de lîstikek mezin hat kirin. Li Aydinê em bi ser ketin. Em vê lîstikê ji bîr nakin. Ji bo em mafê xwe bi dest bixin ci hewce be em dê bikin.Em dê li dengê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku em bi ser ketine." Hilbijêr Suheyla Baltaci jî diyar kir ku vîna gel bi ser ketiye, lê vîna gel hatiye desteserkirin. Baltaci, anî ziman ku ew dê bi şopa dengê xwe bikevin.