ANTALYA - Jinên Antalyayê, faksên ji bo pêşnûmeya miftîtiyan “Bêjin na” ji parlamenterên jin ên meclîsê re şandin.
Jinên Antalyayê, pêşnûmeya ku erka mahrê didin miftiyan a îro di Lijneya Giştî ya Meclisê bê dîtin, li ber Pastexaneya Gulluk a navçeya Muratpaşa şermezar kirin û daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka Şaxa Sendîkayên Kedkarên Buroya Antalyayê Devrîm Mol daxuyanî. Mol, diyar kir ku pêşnûme dê jiyana jinan bixwe nava zoriyan û wiha axivî: “Piranî jinên ku dixwazin hevjînê xwe berdin her roj tên qetilkirin. Em li welatek wiha dijî. Dê ev pêşnûme pêşî li zewacên zarokan û zewacên zêde veke.”
FAKS ŞANDIN JI JINÊN MECLÎSÊ RE
Mol, anî ziman ku erka mahrkirina hem şarederiyê û hem jî ya miftîtiyê dê bi xwe re dinava civakê de qûtbûnê ava bike. Mol, da zanîn ku bi vê pêşnûmeyê li ser jinan kevneparêziya “Jiyanek yek reng” ferq dikin û wiha bilêv kir: “Em ê heya dawiyê li dijî pêşnûmeyê têbikoşîn.” Piştî daxuyaniyê jinan faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin ên Meclîsê re şandin