AMED - Neviyê Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat, bal kişand ser îdamkirina Şêx Saîd û hevalên wî û got: “Wê rojê çawa ku bi awayekê bêhiqûqû Şêx Saîd û hevalên wî îdam kirin, îro jî heman hişmendî hewl dide rêberên Kurdan îdam bikin. Ger Kurdan li ber xwe nedabûne, dê îro Kurd û rêberên wan îdam bikirana.
Dadgeha Îstîklalê ji bo Şêx Saîd û 47 hevalên wî biryara darvekirinê da û li Qada Dagkapi ya Amedê di 29’ê Hezîran 1925’an de hatin darvekirin. Bi ser darvekirina Şêx Saîd û hevalên wî re 93 sal darbas bûn. Di serî de malbatên Şêx Saîd û hevalên wî ji bo rastiya wê dîrokê derbikeve holê, tim xwestin şandeyeke heqîqetê lêkolin bike bê avakirin, lê tu carî bersiva vê daxwaza wan nehat dayîn û dîroka wê rojê jî, mîna hemû kiryarên ne diyar yên li Tirkiyeyê hatin jiyîn hîna di tarîtiyê deye. Di heman demê de hemû serlêdanên hiqûqî yên ji bo gorên Şêx Saîd û hevalên wî bidin malbatên wan jî bê encam man. Serokê Komeleya Şêx Saîd a ji bo li mafê Şêx Saîd û hevalên wî bigire hat avakirin û neviyê Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat, diyar kir ku hişmendiya “Îtîhat-Terakkî” berdewam dike û wiha axivî: “Kurd bi hêzên û li ber xwe didin. Ger berxwedana Kurdan tunebûya, dê Kurd û Rêberên wan ji zûde îdam kiriban.”
'ÎNKAR Û ÎMHA BERDEWAM DIKIN '
Firat, anî ziman ku ligel 93 sal bi ser îdam kirina Şêx Saîd û hevalên wî re derbas bûn jî, berxwedan hîna didome û wiha got: “Hişmendiya berî 93 salan çibe, ya îro jî ewe. Hişmendiya Îttîhat û Terakkî hîna berdewam dike. Gelê Kurd bi ruhê berxwedana tevgera Şêx Saîd têkoşîna xwe berdewam dikin. Me hîna jî gora bapîrê min û hevalên wî nedîtine. Di felsefeya Komarê de îmha û tune kirin heye. Hîna jî em îmha û tunekirin berdewam dike.”
'DIVÊ KURD BIBIN TIFAQ'
Firat, anî ziman ku jiyan, çand û zimanekê Kurdan ê xas heye û wiha bilêv kir: “Kurd gelekê qedîm ê Rojhilata Navîne. Li ser axa xwe ji bo gelên cuda malûvînê kirine. Lê Kurd tim rastî îmha û înkarê hatine. Divê tifaqa Kurdan bê avakrin. Pêwîste Kurd rûnin û dinava xwe de biaxivin. Lazime Kurd bi hêz bibin. Kurdên 4 parçeyan divê bibin yek. Kurd xwediyê van derane û divê hemû cîhan vê rastiyê qebûl bikin.”
'KURDAN JI BO NIRXÊN XWE, JIYANA XWE FEDA KIRIN'
Firat, da zanîn ku hemû Kurd cihê gorên Şêx Saîd û hevalên wî dizanin û wiha rêz kir: “Lê dewletê tim cihê goran veşartin û bi awayekê fermî ne ragihandin. Li Tirkiyeyê rêyên hiqûqî qediyan. Di demên pêş de emê serî li AÎHM’ê bidin. Gor li Qada Dagkapiyê ne û ji bo em gorên xwe bigirin em ê li ber xwe bidin. Şêx Saîd ji bo nirxê Kurdan biparêze, li ber xwe da. Şêx Saîd û hevalên wî ji bo vê yekê canê xwe feda kirin. Em û gelê Kurd di zanebûna vê yekê dene. Gel di mejî, dil û hestên xwe de xwedî lig oran derdikeve.”
MA / Mehmet Şah Oruç