ÇEWLIG - Erdal Aydemîr ku ji HDP'ê bû parlementerê Çewligê, diyar kir ku di tabloyeke reşbîn de HDP bi awayekî xurt hilbijartin derbas kirine û ev yek ji bo Tirkiyeyê bûye hêvî.
Erdal Aydemîr ku ji HDP'ê bû parlementerê Çewligê, diyar kir ku ji bo pêşerojê ji bo hêviyê gelek sedemên wan hene. Aydemîr got, di tabloyeke reşbîn de HDP bi awayekî xurt hilbijartin derbas kirine û ev yek ji bo Tirkiyeyê bûye hêvî.
Aydemîr, bi bîr xist ku hilbijartinê di şert û mercên Rewşa Awarte de ji aliyê îktîdara ku ji sedî 90 çapemenî di dest de ye pêk hatiye û got: "Ne mumkun e ku mirov bibêje ev hilbijartin, hilbijartineke adil û wekhev e. AKP, ji bo rê li ber partiya me bigire ji binçavkirina muşahidan û peywirdaran bigire, heta veguhastina sindoqan û qedexekirina civînan her tişt kir, lê dîsa jî HDP'ê bend derbas kir û ket meclîsê."
Aydemîr, bilêv kir ku ji ber şert û mercên giran ên aboriyê rojên zehmet li pêşiya Tirkiyeyê ne û got: "Li Tirkiyeyê krîza aborî, bi qasî jiyana rojane êdî tesîrê li mitbexa welatiyan jî dike. Rewşa polîtîkaya derve li holê ye. Krîzên civakiyî yên ji ber Rewşa Awarte û KHK'yan heye. Yanî em bi çi awayî lê binerin, krîz hene û dê îktîdar nikaribe van krîzan bi rê ve bibe."
Aydemîr, diyar kir ku bi pergala nû re tu kartêkeriya meclîsê namîne, lê belê ew ê bêtir nêzî gel bibin. Aydemîr got: "Divê muxalefet nêzî hilbijêran bibe, çimkî tu kartêkeriya meclîsê nemaye. Divê ji niha û pê ve muxalefet bi gel re tev bigere û bibe dengê gel."
Aydemîr, destnîşan kir ku AKP'ya ku neçareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir dike, dê bi koêdn netewperest bi MHP'ê re rêya xwe dewam bike. Aydemîr, bilêv kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên van herdu partiyan ku nefretê zêde dikin û nasnameyan red dikin, têkoşîna xwe ya demokratîk bi awayekî xurtir bidomînin.
MA / Lezgin Akdeniz