ÊLIH - Mûstafa Aydinê 90 salî dema çû serdana keça xwe ya li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê telefona xwe di bêrîka xwe de ji bîr kir. Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Êlihê, ji ber vê yekê sal û 8 meh ceza û 5 meh jî cezayê qedexekirin hevdîtinê li Aydin birî.
Mûstafa Aydinê 90 salî di 28'ê Sibata 2018'an de dema çû serdana keça xwe Hêvîdar Aydin ku di Girtîgeha Tîpa M a Êlihê de ye, telefona xwe di bêrîka xwe de ji bîr kir. Beriya ku Aydin di cîhaza elektronîk re derbas bibe, gardiyan û leşkeran ser wî sehî kir û telefon di bêrîka wîd e dîtin û li ser vê girtek nivîsandin. Derbarê Aydin de lêpirsîn hat destpêkirin û bi hinceta "eşya xistiye girtîgehê" bi 5 sal ceza hat tawanbarkirin. Îdianameya derbarê Aydin de ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Êluhê hat qebûlkirin û danişîna ewil di 21'ê Hezîranê de pêk hat. Dadgehê sal û 8 meh ceza û 5 meh jî cezayê qedexekirina hevdîtinê li Aydin birî.
Aydin, bilêv kir ku ew koçerên Dihêya Sêrtê ne û wiha behsa bûyera ku li girtîgehê qewimî kir: "Nû di deriyê girtîgehê re ketibûm hundur. Piştî deriyê ewil sed metre şûnde noqteyeke din a lêgerînê hebû. Min telefona xwe di bêrîka xwe de ji bîr kiribû. Di dema lêgerînê de jî pirsîn, min got tiştek li ser min tune ye. Ma kesekî ku bixwaze telefonê têxe hundurê girtîgehê dê telefonê têxe bêrîka xwe? Ji ber ku min bi tirkî nizanibû, wê kêliyê min nikaribû rewşê ji leşker û gardiyanan re vebêje. Heta ku min rewş vegot, girtek nivîsandibûn. Wan jî karê xwe kir, lê çima dadgehê ceza birî. Ji bo keça xwe bibînim çûm, lê niha keça xwe jî nabînim. Keça min jî sewqî Mêrdînê kirin."
'DIXWAZIM CEZAYÊ MIN BÊ XERAKIRIN'
Aydin, bilêv kir ku hîn jî wî fêm nekiriye ku çawa di danişîna ewil de ceza lê hatiye birîn û got: "Ez 90 salî me. Carinan dema hinek emrê mind ipirsin, tenê dîroka rojbûna xwe dibêjim. Pirsgirêka mejiyê min heye. Ji ber vê dermanan dixwim. Û parêzerê min raporên van dermanan berpêşî dadgehê kir. Lê dîsa jî ceza birî. Ez extiyar im, dixwazim ceza bê xerakirin û keça xwe bibînim."
Dê parêzerên Aydin li hemberî biryara Dadgeha Ceza ya Asliyeyê serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê bidin.