ŞIRNEX – Di ser mirina siyasetmedar Orhan Dogan re 11 sal derbas bûn. Keça wî Ayşegul Dogan bilêv kir ku tespîtên bavê wê hîn jî derbasdar in û got: "Jiyana wekaletî ne li gorî wî bû. Rûyê wî tim li jiyanê bû."
Siyasetmedar Orhan Dogan di 24'ê Hezîrana 2007'an de dema li Bazîda Agiriyê li Mîhrîcana Çand, Huner û Turîzmê ya Ehmedê Xanî diaxivî krîza dil derbas kir û mir. Di ser mirina Dogan re 11 sal derbas bûn. Keça wî Ayşegul Dogan behsa bavê xwe kir û diyar kir ku bavê wê ji bo demokrasî û aştiyê tim têkoşiyaye.
Dogan got: "Wekî zilamekî ku meseleyek wî heye, bavê min tim meşgûl bû. Lê tu carî ne 'kêm' bû. Nebûna wî ya li cem me, ne 'kêmasî' bû." Dogan, bilêv kir ku bavê wê bi heman cidiyetê nêzî pirsgirêkan hemûyan divû û ji bo çareserkirinê hewl dida. Dogan got: "Neheqî û tecrîda lê hat kirin, tu carî di têkiliyên xwe yên dostane û malbatê de neda der. Em tim ber bi wî ve diçûn û em pê dişêwirîn. Wî timg uhdar dikir û hewl dida çareser bike."
‘JIYANA WEKALETÎ NE LI GORÎ WÎ BÛ'
Dogan, diyar kir ku bavê wê bawerî bi lehvkirin, muzakere û veguherînê dianî û got: "Ji bo em wekî kesên azad bifikirin bigihên, mînakeke pir baş bû. Jiyana wekaletî ne li gorî wî bû. Rûyê wî tim li jiyanê bû. Loma pir hay ji mirin û êşê hebû. Ez pir li rewşenbîriya wî, qencîbûna wî û aqilê wî digerim. Di jiyana rojan an jî siyasetê de tu tişt tune bû ku ji derheqê wê derkeve an jî tu pêşdarz tune bû ku wê bişkîne. Wisa fikirîm ku, herhal mirovê dozê wiha ye. Şert û merc çi dibûn bila bibûna, kî li deriyê wî bixistan ew vedixwand, guhdar dikir û bi sebir jê re vedigot..."
‘EV HUZN, EV REŞBÎNÎ û QUTUFANDINÎ LI WE NAYÊ!'
Dogan, diyar kir ku bavê wê parêzerê Ramazan Çagirga bûye (bavê Cemîle Çagirga ku li Cizîrê di dema qedexeyan de li ber mala xwe hat kuştin û cenazeyê wê 10 rojan di sarincê de hat hiştin). Dogan diyalogeke xwe û bavê Cemîlayê jî got: "Dema dawî li qedexeyan hat em çûn sersaxiyê. Bavê Cemîlayê min di rewşeke ku ji halketî me de dît. Sîtem kir û got 'Ev huzn, ev qutufandinî û ev reşbînî li we nayê. Di salên 90'î de her ku em reşbîn dibûn em diçûn cem bavê te, hêvî dida me.'"
‘TESPÎTÊN BAVÊ MIN HÎN JÎ DERBASDAR IN'
Dogan, anî ziman ku tespîtên ku berê bavê wê kirine hîn jî derbasdar in û bi gotinên bavê xwe yên di 2002'yan de li eywanan dadgehê gotin dawî li axaftina xwe anî: "Li Tirkiyeyê tu tişt jî ne wekî berê -10 sal berê- ye. Helbet veguherîn, bi awayekî lez û bez çêdibe. Dema westdar bibe û her çend bêhêvîtî û reşbîniyê bi xwe re bîne jî, lê ev rastiyeke wekî kosiyan naçe. Hin siyastemedarên ku bi şer, aboriyê û rageşiyên siyasî xwe xweyî dikin û dema siyastemedar û berdewamiyên wan ên di burokrasiya sivîl-leşkerî de ku pêşengiya wan bikin, dê di navbera neguherîn-guherînê de pevçûn derkeve û dê ev yek bi xwe re rageşiyên civakî, siyasî û krîzên aborî bîne. Kesên di vê pevçûnê de xwe nû bikin dê bi awayekî xurt derkevin ser. Yên xwe nû nekin dê biqedin, yên hîs dikin têk çûne û îktîdar, dê biperitin."