ÎZMÎR – Parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî Wezîr Karên Hundurîn Suleyman Soylû ku gef li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xwarin û gotin: "Gel ber bi kîn û nefretê ve hêl kiriye, divê bê darizandin." Parêzvanên mafên mirovan bang li Serdozgerên Komarê kir ku di vî warî de tev bigerin.
‘GEL BER BI KÎN Û NEFRETÊ VE HÊL KIRIYE, DIVÊ BÊ DARIZANDIN'
Nûnerê Herêma Îzmîrê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Coşkûn Ustercî, bi brî xist ku piştî bûyera li Pirsûsê ku di êrîşa parêzkarên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de kes mirin, Soylû Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan û parêzvanên mafên mirovan jî tehdît kiriye. Ustercî anî ziman ku ev gotinên Soylû nayên qebûlkirin û Soylû bi awayekî cidî mudaxileyî azadiya fikr û ramanê kiriye. Ustercî, diyar kir ku Soylû sûcê nefretê kiriye û gel ber bi kîn û nefretê ve hêl kiriye. Ustercî: "Em parêzvanên mafên mirovan Soylû şermezar dikin û divê Dozgerên Komarê di vî warî de kar û barên hiqûqî bidin destpêkirin."
Ustercî bilêv kir ku ev gefên Soylû têkildarî encamên hilbijartinê ne û got: "Derbaskirina bendê û serketina HDP'ê, ji bo van êrîşan bûye hincet. Lê divê ev yek wekî sînordarkirina maf û azadiyên sereke bê nirxxandin. Kesekî ku ji parastina maf û azadiyên sereke berpirsiyar e, gotinên ku rê li ber binpêkirina mafan vedike dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Em parêzvanên mafên mirovan, em ê giliyê Soylû bikin."
‘BERA PERGALA SERKOMARTIYA PARTIYÎ YE'
Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî, anî ziman ku ev gefên Soylû ji ber tişta ku dixwestin ji Pirsûsê bigirin negirtin xwe dane der û got: "Dixwazin bi destê Soylû mudaxileyî hiqûqê bikin. Gotinên Soylû bera pergala serkomartiya partiyî ye. Diviya wekî wezîrê hemû civakê tev bigeriyane, lê belê bi awayekî aligirî tev digere. Ev nêzîkatî nêzîkatiyeke partîzanî ye û gel tune dike. Divê Soylû li gorî meqama xwe tev bigere. Jixwe gefxwarina wî bi serê xwe pirsgirêk e, lê redkirina vê yekê jî bi pirsgirêk e." Çîçek, destnîşan kir ku Soylû sûç kiriye û divê Dozgerên Komarê di vî warî de çi hewce be bikin û got: "Em Komeleya MAfên Mirovan em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin."