ENQERE - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû gunay got: "Dê rojeva min a sereke tim betalkirina tecrîda li Îmraliyê be."
Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Ebrû Gunay ku di hiblijartina 24'ê Hezîranê de ji HDP'ê bû parlementera Mêrdînê, tecrîda li ser Ocalan nirxand.
Gunay, anî ziman ku ji roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û nemaze jî di sê salên dawî de asta vê tecrîdê bilindtir bûye. Gunay bal kişand tecrîda li ser Ocalan û serdemên aloziyê yên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku dema pêwendî bi Ocalan re tê qutkirin şer û komkujî kûrtir dibin. Gunay got: "Tecrîd şer kûrtir dike, şer tecrîdê kûrtir dike."
'TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ GAV BI GAV LI TIRKIYEYÊ BELAV BÛ'
Gunay, bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê xwe dide der û got: "Dema tecrîd dewam dikir, qedexeya derketina kolanan pêk hat. Li Sûrê, Nisêbînê, Cizîrç qedexeya derketina kolanan domand. A rastî ev yek tesîra tecrîdê ya li ser gel bi xwe ye. Mesela me li Cizîrê, Sûrê ev yek bi awayekî aşker dît; av û ceryana mirovan hatibû qutkirin. Nêvengeke ku pêdiviyên xwe peyda bikin tune bû. Yanî di malên xwe de ew û dîwaran tenê mabûn. Li Girava Îmraliyê jî heman rewş heye. Mayîna bi dîwaran re. Di demên ku tecrîd dewam kir de, li gelek bajarên Tirkiyeyê komkujî pêk hatin. Yanî di bin gelek komkujiyên sivîl de wekî faktor tecrîda li îmraliyê heye. Piştî serdana dawî ku Heyeta Îmraliyê di 5'ê Nîsana 2015'an de pêk anî, komkujî li ser hev pêk hatin. Pêşî di 5'ê hezîranê de li mîtînga li Amedê teqînek çêbû. Piştî wê li kobaniyê di şevekê de 200 kurdên sivîl hatin kuştin. Piştî wê li Pirsûsê 33 ciwanên sosyalîst hatin kuştin. Piştî wê qedexeyênd erketina kolanan dest pê kirin û bajar hatin rûxandin. Piştî vê jî li Gara Enqereyê teqîn çêbû. yanî zincîreyek wisa dewam kir. Yanî bi kûrkirina tecrîdê re derbasî pergala şerî ya kûr bûn."
Gunay, bilêv kir ku tecrîda li îmraliyê bandor li Rojhilata Navîn jî kir û got: "Êrîşa li şengalê têkildarî vê ye. Êrîşa li Kobaniyê têkildarî vê ye. Pêvajoyên ku piştî vê rû dan hemû têkildarîw ê ne. Çimkî, rastiyek heye; felesefeya ku Birêz Ocalan bi pêş ve xistiye, perfektîfa wî ay îdoelojîk ji bo gelên Rojhilata Navîn tekane perspektîfa îdeolojîk e. Pêşniyaza îdeolojîk û polîtîk e. Yanî pêkneanîna felsefeya Ocalan û astengiyên li pêşberî wê, di asasê xwe de astengiya aştiya li Rojhilata Navîn e."
Gunay, anî ziman ku bi kûrkirina tecrîda li îmraliyê re pergala yekzilamî pêk hat û got: "Rewşeke wisa heye. Qenalên pêwendiyê yên li Îmraliyê hemû qenalek bûn. Ji sala 2007 heta 27'ê Tîrmeha 2010'an ji bilî me parêzeran kes nikaribû biçe Îmraliyê. Tenê qenaleke pêwendiyê hebû. Radyoyê hatibû dayîn jî yekqenal bû. Her wiha rojê rojnameyek tenê dihat dayîn. Yanî di her qadê de tekbûyînek hebû. Paşê çûyînên Îmraliyê dest pê kirin, lê vê carê nehiştin em parêzer biçin. Di tevahiya pêvajoyêd e me tim got, divê heyeteke serbixwe biçe Girava Îmraliyê, lê mixabin destûr nedan. Îjar dema em îro lê dinerin, a rast Erdogan pergala xwe di ser yekzilamiyê re ava dike û ev yek jî ji wir tê. Yanî awayê rêveberiyê yê tekparêziyê, bi vî awayî bingeha xwe ya sazûmaniyê ava dike. Di vê çarçoveyê de bi awayekî zêde hevgiriyek heye."
'MIFTEYA KRÎZA HEYÎ BI ÎMRALIYÊ PÊKAN E'
Gunay, destnîşan kir ku mifteya krîza civakî, siyasî û aborî bi hevdîtina bi Îmraliyê re pêkan e û got: "Divê li çîroka jiyana Ocalan bê nerîn. Yanî pêvajoya avakirina partiyê, pêvajoyên tê re derbas bûne, hêla wî yaê têkoşînê. Divê bê zanîn ka ev hêz ji kuderê tê. Berî ku Birêz Ocalan bînin Girava Îmraliyê piraniya jiyana wî li Rojhilata Navînd erbas bû. Dema xwe di nav gelên dînamîk ên ku Rojhilata Navîn li ser piya dihêlind erbas kir. Yanî baş bi nebza vê erdnîgariyê dizane. A rastî wesfa wî ya pêşengtiyê û hêza wî ji vir tê. Yanî li Qesrê rûnenişt û welat bi rê ve nebir. Bi temamî di nav mirovan de bû. A rastî ya ku vê rejîma tekparêz rawestîne, felsefeya Birêz Ocalan e. Ev yek jî girêdayî çîroka şexsî ya Birêz Ocalan e."
'DÊ ROJEVA MIN A SEREKE BETALKIRINA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BE'
Gunay, herî dawî ev tişt gotin: "Nasnameya min a parlementeriya HDP'ê hîn nasnameyeke nû ye. A sereke nasnameya min a ku parêzerê Birêz Ocalan im. A rastî di pêvajoya hilbijartinê de min ev yek bi awayekî zelal dît. Di dema hevdîtina bi gel re de, herî zêde nasnameya parêzeriyê ya parêzera Ocalan derdiket pêş. Min ev yek bi awayekî zelal dît. Ev yek têkildarî elqe û girêdana gel a ji bo Birêz Ocalan e. Loma ji bo min ev nasname girîngtir e. Çimkî rastiyeke wisa heye, eger li Rojhilata Navîn aştiyeke civakî pêk bê ew jî girêdayî felsefeya Birêz Ocalan e. Û girêdayî betalkirina tecrîda li Îmraliyê ye. Loma ji niha û pê ve dê karê min û hewldana min ew be ku, tecrîda li ser Birêz Ocalan bê betalkirin. Ez ê hêla vî karî ya parlementoyê di vê çarçoveyê de bi rê ve bibim. Dê rojeva min a sereke tim betalkirina tecrîda li Îmraliyê be."
MA / Selman Guzelyuz-Berivan Altan