* Dadgeha Asliye Ceza ya Lîcê di biryara bi hincet de diyar kir ku li navçeya Lîcê ya Amedê ajokarê maşîna zirxî Çawîşê Pispor S.K. yê Pakize Hazar a 85 salî kuşt tam bi qisûr e û Pakîze Hazar jî bê qusûr e. Dadgehê diyar kir ku sûcê S.K. sabit e û taloqkirina Salek û 8 meh cezayê lê hatiye birî li lehê bersûc de ye.
* Rojnameger Murat Akkuş gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî yên li taziyeya, dawet û qahwexaneyan berhev kir û kir pirtûk.
* Kaniya Adirê ku li ser rêya Erdîşê ye û mezrika Tewledêrê ava xwe jê dikişîne, ji salên 1700 heta niha li ser piyaye.
* Parêzvanên mafên mirovan bertek nîşanî Wezîr Karên Hundurîn Suleyman Soylû ku gef li Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan xwarin û gotin: "Gel ber bi kîn û nefretê ve hêl kiriye, divê bê darizandin." Parêzvanên mafên mirovan bang li Serdozgerên Komarê kir ku di vî warî de tev bigerin.
* Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû gunay got: "Dê rojeva min a sereke tim betalkirina tecrîda li Îmraliyê be."
* Di ser mirina siyasetmedar Orhan Dogan re 11 sal derbas bûn. Keça wî Ayşegul Dogan bilêv kir ku tespîtên bavê wê hîn jî derbasdar in û got: "Jiyana wekaletî ne li gorî wî bû. Rûyê wî tim li jiyanê bû."
* Mûstafa Aydinê 90 salî dema çû serdana keça xwe ya li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê telefona xwe di bêrîka xwe de ji bîr kir. Dadgeha Ceza ya Asliyeyê ya Êlihê, ji ber vê yekê sal û 8 meh ceza û 5 meh jî cezayê qedexekirin hevdîtinê li Aydin birî.
* Erdal Aydemîr ku ji HDP'ê bû parlementerê Çewligê, diyar kir ku di tabloyeke reşbîn de HDP bi awayekî xurt hilbijartin derbas kirine û ev yek ji bo Tirkiyeyê bûye hêvî.
* Parlamentera HDP'ê ya Sertê Meral Danış Beştaş, diyar kir ku nêzîkatiya ku faşîzmê rewa dibîne û pêkanînên ku diçin faşîzmê di meriyetê de û li ser kar e û wiha got: "Faşizm bi hilbijartinê nayê. Divê ev yek rewa neyê dîtin. Ev ne rast e."
* Baroya Amedê dê serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku liber mînareyat Çar Ling hat kuştin li ber Edliyeya Amedê bibîr bîne. (13.30)
* Komeleya Şêx Seîd dê di 93'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de li Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hêjmar 1 a Amedê wî bibîr bînin. (14.00)
* Siyasetmedar û parazvanên mafê mirovan û Parlamenterê DEP'ê Orhan Dogan ku 11 sal berê di kirîza dil de jiyana xwe ji dest da, dê li Cizîrê li ser gora xwe bê bibîr anîn. (17.30)
* Rojnameger Mazlum Erencî dê ji aliyê hevalên xwe yên Rojnameger û malbata xwe ve li Goristana Yenîkoy a Amedê bê bibîr anîn (17.00)