SÊRT – Bi hinceta der barê wî de îxbar heye Davut Ruvanas ê ku li Çiyayê Herekolê pezê xwe diçêrand, jê hat xwestin ku biçe îfade bide. Ruvanas ê çû îfade da hat girtin.
Welatiyê bi navê Davut Ruvanas wek her salê ji navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji bo pezê xwe biçêrîne çû Zozanên Çemê Karê ya li Çiyayê Herekolê ya girêdayî navçeya Perweriya Sêrtê. Bi hinceta îxbar derbarê Ruvanas de heye ji Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê bangî wî kirin. Ruvanas ji bo îfade bide çû dozgeriyê û hat zanîn ku der barê wî de 4 şahidên nepen gilî kirine. Ruvanas piştî li dozgeriyê îfadeyên wî hat girtin bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê” bi biryara girtinê sewqî dadgeha nobedar hat kirin.
Ruvanas ê îfadeyê li dadgehê hat girtin bi heman îdîayê hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.