ŞIRNEX – Malbatên Roboskiyê di hefteya 339'an de jî ji bo edaletê hatin gel hev. Malbatn diyar kir ku feryad û êşên wan nayên dîtin û got: "Kesên di 24'ê Hezîranê de bi ser ketin, ji bo me ne cihê hêviyê ne."
Malbatên 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê bi balafirên şerî hatin hatin kuştin, di hefteya 339'an a lêgerîna ji bo edlaetê li ser gorên xizmên xwe hatin gel hev. Malbatan wêneyên xizmên xwe hilgirtin û li ser navê wan Velî Encu daxuyanî da.
’YÊN DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE BI SER KETIN JI BO ME NE CIHÊ HÊVIYÊ NE'
Encu, pêşî malavayiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir ku ji ber her meh têkildarî komkujiyê daxuyaniyê dide û paşê dest bi axaftina xwe kir. Encu, destnîşan kir ku 339 hefte ye feryad û êşa wan nayê dîtin. Encu sozên ku ji bo wan hatine dayîn, lê bi cih nehatine bi bîr xist û got: "Qethiyen dê AKP'ya ku em mehkûmî bêedaletiyê kirine, ji bo malbatên Roboskiyê nebe cihê hêviyê. Yên di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser ketin ne ji bo me û ne jî ji bo hemû kesên ku terkî bêedaletiyê hatine kirin nebûye cihê hêviyê û dê nebe jî."