AMED - Medenî Yildirim ku di sala 2013'an de li Licê di şermezarkirina çêkirina qalekolan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin li ser gora xwe hat bibîranîn.
Medenî Yildirim ku di 28'ê Hezîrana 2013'an de li gundê Hêzan ê Licêya Amedê di dema şermezarkirina çêkirina qaleqolan de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin, li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Yildirim, Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, rêveberên HDP'î û malbatên kesên ku di dema qedexeya derketina kolanan de mirin li Goristana Yenîkoyê tev li bîranînê bûn. Di dema bîranînê de polîsan dora goristanê dorpêç kir û her wiha li ser gora Yildirim posterê wî hat vekirin û dua hatin kirin.
Di bîranînê de Rêveberê HDP'a Amedê Erkan Erencî axivî û bi bîr xist ku Medenî Yildirim dema pêvajoya diyalogê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didomiya hatiye kuştin, lê belê hîn jî leşkerê kiryar ji kar nehatiye dûrxistin.
‘EZ Ê DEV JI KUJERAN BERNEDIM'
Dayik Fahriye Gunduz Yildirim jî, çalakiya şermezarkirinê ya ku beriya mirina kurê wê hat lidarxistin bi bîr xist û got, di dema ku çek rawestiya bûn kurê wê hatiye kuştin. Dayik Yildirim, bilêv kir ku kujerên kurê wê tên parastin û got: "Ez ê heta dawiya emrê xwe li pêyî kujerên Medenî bim. Tu heqekî wan tune bû ku Medenî bikujin. Dê destê min di qirika kujeran de be, ez ê nehêlim ew kes rihet bibin."
‘MEDENÎ ŞEREFA KURDISTANÊ, ŞERMA TIRKIYEYÊ YE'
Dema dayik Yildirim got kurê wê "şehîd" e polîs tev geriyan û dayik Yildirim xîtabî wan kir û got: "Serê me bilind e û em li qadê ne. Ez bi serbilindî têm ser gora kurê xwe. Medenî şerefa Kurdistanê, şerma Tirkiye û AKP'ê ye. Ma di destê Medenî de kevir hebûn? Tiştê dibêjim bikişînin û nîşanî mezinên xwe bidin. Medenî bi qeleşî hat kuştin. Ez ê dev ji wî kujerî û kesên wî diparêzin bernedim. Em li pişt doza xwe ne. Kujer ji xwîna me têr nabin. Serkeftin, şehîd namirin."
Dayik Yildirim ji bo kujer bên cezakirin bang li raya giştî kir ku di vî warî de bi hesasiyet tev bigere.
Bîranîn, piştî duakirinê bi dawî bû.