ÎZMÎR – Di doza ku ji ber karê rojnamegeriyê der heqê Tolga Guney, Melîke Aydin û Delal Akyuz de vebûbû, Guney û Aydin hatin beraetkirin û Akyuz bi îdiaya “endemtiya rêxistinê” ceza girt.
Danişîna biryarê ya doza ku nûçegihanê Ajansa Mezoptamyayê (MA) Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin û rojnamevan Delal Akyûz ji ber kerên xwe bi hinceta ‘’endamtiya rêxistinê’’ tên darizandin, hate lidarxistin. Doza rojnamevanên ku di çarçoveya heman operasyonê de hatin binçavkirin û derheqê wan de îdîanameyên cuda hatine amadekirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê hate lidarxistin. Rojnamevan beşdarî rûniştinê nebûn lê belê parêzerên wan amade bûn.
Dozger daxwaz û nêrîna xwe ya li ser cezakirina rojnamevanan dubare kir, ku rûniştina derbasbûyî eşkere kiribû.
Piştre parêzeran parastinên xwe kirin. Parêzeran anîn ziman ku muwekîlên wan karê xwe kirine û tiştên hatine kirin di çarçoveya azadiya fikrî de ne.
Heyeta dadgehê der heqê rojnamevan Melîke Aydin û Tolga Guney de biryar da ku naverokên nûçeyên wan û hevdîtinên wan ên bi çavkaniyên nûçeyan re ne sûc in û birayara bereata wan da.
Heyeta Dadgehê bi sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh cezayê hebsê li Delal Akyuz birî.