COLEMÊRG - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 4 hezar û 800 dengên ne derbasdar hatin hesibandin ji nûve bê jimartin, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Piştî serlêdan hat redkirin vê carê serî li Lijneya Hilbijartine ya Bajar dan.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo dengên ne derbasdar ji nûve bên jimartin û qeyda wan rast bê kirin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar dan. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 4 hezar û 800 dengên ne derbasdar hatin hesibandin ji nûve bê jimartin, serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Piştî serlêdan hat redkirin vê carê serî li Lijneya Hilbijartine ya Bajar dan. Li gorî encama ne fermî HDP'ê li Colemêrgê ji sedî 70,2 deng stendibû. HDP'ê li gorî vê encamê 3 wekîl qezenç kiribûn. Lê lijneyê piştre 4 hezar û 800 deng qebûl nekirin û wekî ne derbasdar hesibandin. Pişti dengên ji derve jî hatin deng ji nûve hesibandin û wekîlek dan AKP'ê.
Rêxistan Bajar a HDP'ê ji bo ji nûve deng bên jimartin serî li Lijneya Bajar a Colemêrgê da. HDP'ê ji bo 3 sindoqên navendê, 13 sindoqên Şemzînanê, 3 sindoqên Geverê û 3 sindoqên Çelê xwestibû ji nûve bê jimartin. Lê nijneyên bajar jî ev yek red kiribû. Dê sibê saet di 13.00'an de lijne biryarekê bide.