RIHA - Tevî hemû êrişan jî, Şoreşa Rojavayê di 13'emîn sala xwe de hebûna xwe didomîne. Hevseroka PYD'ê Perwîn Yusifê îşaret bi wê yekê kir ku rêveberiya Şamê ya guherî, di polîtîkayên xwe yên înkarê de israr dike û got: "Em ê dest ji mafên ku me bi dest xistine bernedin."
Piştî şerê navxweyî yê ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê dest pê kir, li herêmê guhertinên girîng ên siyasî, leşkerî û aborî çêbûn. Bi sed hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi mîlyonan kes neçar man ku ji warê xwe biçin. Ji ber şer bajar wêran bûn û herêm bû navendek pevçûnên berjewendiyî yên hêzên navneteweyî û rêxistinên girêdayî wan.
Cihên ku ji şerê demdirêj bi ziyaneke kêm rizgar bûn û ji bo gelan bûn stargeh jî, bi piranî kurd ên li bakurê welêt bûn. Demeke kurt piştî destpêkirina şerê di navbera DAIŞ û rejîma Esed de, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî bibe terefê aliyekî rêya sêyemîn hilbijart.
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hêzên rejîmê ji bajarê Kobanê hatin derxistin. Pişt re gel li herêmên wekî Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbêspiyê û Tiltemîrê dest danî ser rêveberiyê.
Roja ku hêzên rejîmê ji bajarê Kobanê hatin derxistin, wekî roja destpêkirina "Şoreşa Rojavayê" hat pejirandin. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) di 12'ê Adara 2014'an de hatin damezrandin. Jinan pêşengiya pêvajoya şoreşgerî kirin ku li çaraliyê cîhanê bi berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ'ê hate naskirin.
Ji aliyekî ve yekîneyên parastina cewherî dihatin avakirin, li aliyê din li ser bingeha bîrdoziya "azadiya jinan, demokratîk û ekolojîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemû deveran hewldanên avakirinê hatin destpêkirin.
Hemû komên etnîkî û olî yên herêmê beşdarî rêveberiyê bûn û paşê hemû hêzên leşkerî di bin sîwana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hatin cem hev. Hewldanên ji bo dabînkirina pêdiviyên gel û çareserkirina pirsgirêkên wan ên civakî, dadwerî û aborî dest pê kirin. Di her warî de, ji tenduristî û aboriyê bigire heya rêveberiya herêmî, perwerde, jin, ciwan û werzîşê, meclis û komun hatin avakirin.
ÊRIŞ QET NESEKINÎN
Piştî ku rejîma Esed hin bajar winda kirin, DAIŞ'ê bihêztir bû û di demeke kurt de Şoreşa Rojavayê kir hedef. Di sala 2014'an de, DAIŞ êrişî bajarê Kobanê, navenda şoreşê kir. DAIŞ têk çû û berxwedana destanî ya li Kobanê bû dîrok. Piştî têkçûna DAIŞ'ê, Tirkiyeyê dest bi êrişan kir. Bi salan, Tirkiyeyê ji hewa û bejahiyê ve bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.
Tevî hemû êrişan jî, Şoreşa Rojavayê nehat tunekirin. Jiyana ku di 13 salên dawî de hatiye avakirin gihîştiye asteke ku hêviyê dide gelên herêmê.
Gava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî êrişên dijwar jî avakirin berdewam dikir, di 8'ê Kanûna 2024'an de li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê kir. Bi piştgiriya hêzên navneteweyî, Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) rejîma Esad hilweşand û welêt xist bin kontrola xwe.
Di 10'ê Adarê de, di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El-Şera de peymanek ji heşt xalan pêkhatî hat îmzekirin. Lêbelê, bendên peymanê hîn nehatine pêkanîn. Hikûmeta demkî ya li Şamê hîn jî di dijberiya xwe ya li hember xwerêveberiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi serhişkî tevdigere.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yusifê pêşketinên di 13'emîn salvegera şoreşê de geşedanên di rojevê de nirxandin.
'KURDAN ALTERNATÎF AVA KIR'
Perwîn Yusifê diyar kir ku kurdan di bin şert û mercên dijwar ên asîmîlasyon û înkarê de ji tunebûnê xwe afirandiye. Perwîn Yusifê destnîşan kir ku têkoşîna kurdan a ji bo azadiyê bingeha Şoreşa Rojavayê daniye û got: "Gelê kurd bi têkoşîna demokratîk asteke cuda li serhildanan zêde kiriye. Her kes rabû ser pêyan û xwest desthilatdariya heyî hilweşîne. Lêbelê, serhildanan nekarî pergaleke alternatîf biafirînin. Lê gelê kurd tam wisa kir. Esed sembola hikûmetek şiî bû. Wan dixwest Esed ji desthilatdariyê daxînin û guhertoyeke sunnî ya heman pergalê ava bikin. Lêbelê, gelê kurd bi gelên din ên li herêma xwe re xwe birêxistin kir. Ev pergal pergala Rêber Abdullah Ocalan bû. Li şûna ku li kêleka rejîmê an serhildaneke aqûbetnediyar bin, kurdan rêya sêyemîn hilbijart."
'ME LI ODEYAN Û POLÊN BIÇÛK DEST BI ŞOREŞÊ KIR'
Perwîn Yusifê destnîşan kir ku wan bi meclis û komunan pergala xwe ava kiriye û got: "Me dest bi avakirina pergalekê kir ku jin tê de xwedî gotin bin. Jin di dema şoreşê û piştî wê de bûn aktorên sereke."
Perwîn Yusifê got: "13 sal derbas bûn û em êdî xwediyên şoreşeke mezin in. Me di polên biçûk û odeyên malên xwe de dest bi afirandina şoreşê kir. Îro, gelek komun û akademiyên me hene. Xwendekar bi zimanên xwe perwerde dibin. Jin di her aliyê rêveberiya xweser de xwedî gotin in. Şoreşgerên çekdar di parastinê de ne. YPG-YPJ paşê bû QSD. Ev artêş gelek şervanên ereb, asûrî, tirkmen û ermenî dihewîne."
'PAŞDE GAVAVÊTIN TUNE'
Perwîn Yusifê anî ziman ku nêzîkatiya hikûmeta Şamê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî 13 sal derbas bûne jî neguheriye û got: "Wekî berê, polîtîkayeke înkar û tunekirinê heye. HTŞ teslîmbûnê hêvî dike mîna ku qet şoreşek çênebûbe. Ev yek di diyalogan de derket holê. Ew hewl didin jinan ji mafên wan bêpar bikin. Lêbelê, mijara paşvekişandina ji van mafan tune. Em vê yekê qebûl nakin. Hebûna kurdan sembola gelê Sûriyeyê ye. Em parçebûnê naxwazin. Yên ku vê dixwazin ew in ku ferasteke 'tekparêz' diparêzin û bêtifaqiyê dixin nava gel."
'DAXWAZÊN ME'
Perwîn Yusifê diyar kir ku ji dema ku HTŞ hatiye ser rêveberiyê ve daxwazên gelê Sûriyeyê hatine paşguhkirin û got ku hemû gel û bawerî di Rêveberiya Xweser de xwedî deng in. Perwîn Yusifê wiha axivî: "Dema ku hûn biçin her saziyek di Rêveberiya Xweser de, hûn ê rastî mirovên ji hemû neteweyan werin. Hûn ê li vir pirrengiya Sûriyeyê bibînin. Gelê kurd hebûna xwe li ser bingeha jiholêrakirina nasnameyên din ava nekiriye. Em plan dikin ku Sûriyeyek li ser bingeha pirrengiyê ava bikin. Ji ber ku bi vê şoreşê re, gelê Sûriyeyê hev du nas kiriye. Daxwaz û xwestekên me bûne yek. Ev ji bo gelê Siwêdayê û gelê deverên peravê jî wiha ye. Em dizanin ku heke em ji bo pêşeroja gelê Sûriyeyê bi hev re bin, em karibin bi hev re li dijî vê pergala înkarkirinê rabin."
MA / Ceylan Şahînlî