NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan duh di civîna çpaemeniyê de diyar kir ku Wezîrê Karen Hundir Suleyman Soylu bi telefonê li wê geriya ye û gefa “Êdî mafê we yê jiyanê tune ye". Tekildarî gefa hat xwarin Wezîr Soylu daxuyanî da û got: “Min tişta ku wê gotiye zêdetir jêre gotiye."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan duh di civîna çapemeniyê de diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu li wê geriya ye û gefa "Em dê hedê we bidin we. Êdî mafê we yê jiyanê tune ye." Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di ziyareta Teşkilata AKP'ê ya Esenler a Stenbolê de pirsên rojnamegeran bersivandin û got: “Piştî vê bûyerê ewil ez li Pervin Buldan geriyam. Min tişta ku wê got zêdetir jêre got. Ez pir zelal ji were bêjim. Em destûr nadin li vî welatî PKK şîn bibe. Hez dikin bila bi CHP'ê re bin, hez dikin bila bi partiyên din re bin."
Soylu, bal kişand ser îdîayên ku serokên Bajaran ên CHP'ê tev li protokalên cenazeyên leşker û polsian nekin jî axivî û wiha got: "Min bi riya musteşarê xwe ferman şand. 'Ji niha û şûnde Serokên Bajaran ên CHP'ê tev li protokolên cenazeyên şehidan nekin. Navnîşanek ku ew biçin heye. Cenazeyên endamên PKK'ê hene."
Duh Buldan tekildarî gefa Soylu daxuyani dabû û gotibû "Ez rastî axaftinek eletewş hatim. Soylu li Hevseroka 3'emîn partiya mezin a Tirkiye digere û gefan dixwe. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê her kes heddê xwe zanibe. Divê Soylu heddê xwe zanibe. Em ne partiyek ji rêzê ne. Ne partiyek biçûk in. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye me bedelên mezin dane."