AGIRÎ - Li Bazîta Agiriyê, zarokê kur ê 15 salî ku ji aliyê kesên neyarên malbata xwe ve hat revand, hat dîtin.
Li navçeya Bazîta Agiriyê, zarokê 15 salî S.E yê di 25’ê Hezîranê de, ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hat revan, hat dîtin. Midûryeta Polîsan, ji bo S.E yê li rawestgeha Pira Înzîbat a li ser Cadeya Mezin a Agiriyê bi zorê li wesayîtekê hat siwar kirin, dest bi lêgerînê kiribû. Di encama lêgerînê de zarokê ji aliyê kesên neyarên malbata xwe ve hatibû revandin, hat dîtin.
Daxuyaniya walîtiyê derbarê bûyerê da de wiha ye: “Zarok ji aliyê kesên neyarên malbatê ve hatibû revandin û adresa lê dihat girtin hat tespîtkirin. Polîsan bi ser adresede girtin û zarok xelas kirin. Ji 5 kestên beşdarî bûyerê bûn, 4 jê hatin binçavkirin û xebatên derbarê girtina kesê din de jî ber dewam dike.”
LEYLAYA 4 SALÎ HÎNA WINDA YE
Li aliyê din, xebatên lêgerîna zarok 4 salî Leyla Aydemîr a di roja Cejna Remezanê de li Gundê Bezirhane ya Agiriyê winda bû di roja 14’emîn de jî berdewam dikin.