MELETÎ – Di doza HDP’ê û DBP’ê ya Meletiyê de 6 kes tahliye bûn.
Li Meletiyê di 13’ê sibatê de polîsan bi ser mala rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê de girtibûn û 13 kes ji dozê dihatin darizandin. Danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Hevserokê Rêxistina DBP’a Meletiyê Mahmut Bîlgîç, Hevserokê Rêxistina DBP’a navçeya Battalgazî û delegeye KCD’ê Abduzer Adiyaman, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê yê berê Hasan Şahîn, Hevserokên Rêxistina DBP’ê yên Meletiyê yên berê Polat Akkose û Halîse Kutlu, Berdevka Meclîa Jinan a HDP’a Meletiyê Sîbel Yaylagul yên ji dozê girtî dihatin darizandin di danişînê de amade bûn. Parêzer û xizmên girtiyan jî dozê şopandin.
Piştî parastinên girtiyan û parêzeran heyeta dadgehê 6 kes berda û kontrola edlî ya 7 kesan jî rakir. Heyetê danişînê taloqî 25’ê îlonê kir.