STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 767’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Muharrem Şahîn, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin cara 767’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 766 caran serî li serdozgeriyê dan û dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” serlêdan red kirin.