MUŞ - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Mûşê ji 4 wekîlan 3 wekîl qezenç kir. Lê li dijî vê yekê îtîraza AKP'ê didome. Piştî îtiraze jimartin ji nûve tê kirin. Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, diyar kir ku ew li bend8ê ne encama jjimartinê îro saet di 17.00'an de diyar bibe. Koçyigît, anî ziman ku ew li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bajar di nobetê de ne, di navbera wan û AKP'ê de 4 hezar û 800 deng hene.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê ji 4 wekîlan 3 wekîl derxist. Li ser îtîraza AKP'ê deng ji nûve tên jimartin. Ji ber vê yekê parlamenter û rêveberên HDP'ê jî nobeta li ber Edliyê û Lijneya Hilbijartinê ya BAjar didomînin. Li Mûşê HDP'ê 101 hezar û 831 deng stedin û 3 parlamenter qezenç kirin. AKP'ê jî wekîlek derxist û ev yek îtîraz kir û xwest ji nûve deng bên jimartin. Li ser îtîraza AKP'ê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar ji nûve dengan dijmirên.
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, diyar kir ku ew li bend8ê ne encama jjimartinê îro saet di 17.00'an de diyar bibe. Koçyigît, anî ziman ku ew li ber Lijneya Hilbijartinê ya Bajar di nobetê de ne, di navbera wan û AKP'ê de 4 hezar û 800 deng hene.
Koçyigit, anî ziman ku li gorî encama YSK'ê di navbera wan û uAKP'ê de 4 hezar û 800 deng ferq heye û wiha berdewam kir: "Em niha li Edliyê nobetê digirin. Divê iro saet di 17.00'an de encamê aşkere bikin. Îtîrazên AKP'ê hêj didomin. Dê saet di 17.00'an de her tişt zelal bibe. Em bawer nakin ji îtîrazên wan encamek derkeve. Ji ber ku di nava bajar de herî zêde dengên HDP'ê nehatin qebûlkirin. Li gel vê yekê dîsa me 3 wekîl derxistin."