DÎLOK - Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Bariş Polat ê li Dîlokê dijî, ji ber ku ji hevalên xwe yên xebatê re got ‘Heval’, bi “Endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.
Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ku qeyûm tayînê wê hat kirin Bariş Polat di 12’ê Nîsana 2018’an de li Termînala Otobusa Dîlokê hatibû binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê di îdîanameya derbarê Polat amade kir de, îdîa kir ku “Endamê rêxistinê” ye. Di îdîanameyê de, hevdîtinên telefonê yên Polat bi hevalên xwe yên xebatê ji bo belavkirina rojnamê kirin sûc hatin dîtin. Di heman demê de, ji ber ku Polat di hevdîtinên kirin de ji bo hevalên xwe yên xebatên got “Heval”, weke “Di hiyerarşiya rêxistinê de, terîmeke ku tê bikar anîne” hat nirxandin.
AGAHIYA NÛÇEYAN DAYÎN BÛ SÛC!
Di heman demê de, ji ber ku Polat agahiya 27 kes li bajarê hatin binçavkirin û daxuyaniya çapemeniyê ya Meclîsa 78’an a ku li Dîlokê pêk were, da rojnamê sûc hatin dîtin û Polat bi bi “Endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.
Dosyeya Polat ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Dîlokê ve hat qebûlkirin û Polat dê di 29’ê Hezîranê roja Înê derbikeve pêşberî dadgehê.