STENBOL – Li Şîşliya Stenbolê, nivê şevê polîsan bi ser buroya Sendîka.org de girtin. Polîsên ku derî şikandin û ketin buroyê, bi saetan lêgerîn kirin.
Polîsan saet 02.00’yê şevê bi ser buroya Sendîka.org a li Şîşliya Stenbolê de girtin. Li buroyê kesek tune bû û polîs bêyî ku agahî bidin rayedarên buroyê derî şikandin û dibin çavdêriya dergehvanê apartmanê de bi saetan lêgerîn kirin. Sendîka.org di daxuyaniya serê sibê da de, diyar kir ku ji ber lêpirsînek derbarê edîtorê wan Alî Ergîn Demîrhan de, ev serdegirtin pêk hatiye.