AMED - Semra Guzel ku ji HDP'ê bû parlamentera Amedê, diyar kir ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP bi ser ket û got: "Daxwaza gel azadiya Birêz Ocalan e, em ê van daxwazan li meclîsê bînin ziman."
HDP'ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Amedê ji sedî 65.75 deng girtin û 9 parlementer şandin Meclîsê. Yek ji van parlementeran jî Semra Guzel e. Guzel encamên hilbijartinê nirxandin.
‘DI HILBIJARTINÊ DE HDP BI SER KET'
Guzel, bilêv kir ku HDP di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bi ser ketiye û got: "Di nêvengeke Rewşa Awarte de hilbijartin pêk hat. Hemû dezgehên dewletê ji bo partiya îktîdarê xebitîn. Namzetê me yê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û bi hezaran siyasetmedar girtî ne û me di şertê zehmet de propaganda kir. Lê ligel van tiştan hemûyan jî HDP bend derbas kir. Li hemberî HDP'ê îtifaq hatin çêkirin, lê dîsa jî HDP'ê bend derbas kir û bi awayekî rengîn ber bi Meclîsê ve diçe."
‘TU HÊVIYEKE GELÊ KURD JI AKP'Ê TUNE YE'
Guzel encamên hilbijartina 24'ê Hezîranê yên Amedê nirxandin û mîtînga HDP'ê ya li Amedê bi bîr xist û got: "Amediyan li Qada Îstasyonê rengê xwe nîşan dan. Nîşan dan ku êdî cihê AKP'ê li vira tune ye. Di encamên hilbijartinê de careke din daxwaza gel a ji bo aştî û demokrasiyê derket holê." Guzel, bilêv kir ku AKP'ê encameke baş negirtiye û got: "AKP fêm kiriye ku îktîdar ji dest çûye. Di Meclîsê de jî piranî bi dest enxist. Êdî tu hêviyeke gelê kurd ji AKP'ê tune ye. Gelê kurd çareseriyê di HDP'ê de dibîne. Em ê jî bi daxwazên gelê kurd biçin Meclîsê."
‘TECRÎD LI HEMBERÎ GELÊ TIRKIYEYÊ YE'
Guzel, anî ziman ku dê HDP bi awayekî hêzdartir têkoşîna xwe ya ji bo aştî û demokrasiyê bidomîne. Guzel destnîşan kir ku ev yek jî bi rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e. Gyzel got: "Daxwaza gel ji rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan wêdetir, azadiya wî ye. Em ê van daxwazan li meclîsê bînin ziman. Dê azadiya hemû girtiyên siyasî daxwaza me be."