SÊRT - Siddik Taş ku ji Sêrtê bû parlamenterê HDP'ê, diyar kir ku ligel evqas çewisandin jî encama ku derket holê bersiva îktîdarê daye.
HDP'ê li Sêrtê ji sedî 51.1 deng girtin û Meral Daniş Beştal û Siddik Taş şand meclîsê. Siddik Taş destnîşan kir ku HDP'ê ligel hemû çewisandin, binçavkirin û girtinan jî benda ji sedî 10 derbas kiriye û li meclîsê bûue partiya sêyemîn. Taş got: "Piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê HDP'ê hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê serketineke mezin bi dest xist. Ji ber ku îktîdara heyî ev serketin tehamul nekir berê xwe da dengên netewperest. Ev polîtîka ji 1'ê Mijdarê heta niha domand."
‘24'Ê HEZÎRANÊ BERSIVA ÎKTÎDARÊ DA'
Taş bal kişand ser girtina namzetê serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, tayînkirina qeyûman û li navçe û bajaran binçavkirin û girtina gelek kesan û got: "Gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev rewş dît û got 'Bêyî HDP'ê Meclîs tu tiştî çareser nake.' Tevî hemû çewisandinan jî encamên 24'ê Hezîranê bersiva îktîdarê da. Bêyî HDP'ê li vî welatî demokrasî û azadî ne pêkan e."
Taş, bilêv kir ku dê HDP ji niha û pê ve jî bi heman polîtîka û xetê rêya xwe bidomîne.