* Desteya Perwerdehiyê ya Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê pirtûka "Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk" a Abdullah ocalan û pirtûka "Tim Şer Bû Jiyana Min" a Sakîne Cansiz nedabû girtiyan. Lê belê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM), vê yekê di çarçoveya "binpêkirina azadiya fikr û ramanê" de qebûl kir.
* Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin, ji bo encamên hilbijartinê got: "Qezenckirina projeyekê nayê wateya demokrasiyê. Yên îro qezenckirina projeyeke ku veqetana hêzan û saziyan ji holê radike bi xwe ye."
* Siddik Taş ku ji Sêrtê bû parlementerê HDP'ê, diyar kir ku ligel evqas çewisandin jî encama ku derketiye holê bersiva îktîdarê daye.
* Dayikên Aştiyê yên Êlihê, diyar kirin ku HDP'ê bi saya keda bi milyonan kesî bend derbas kiriye û gotin: "Hilbijartin qediyaye, lê nayê wê maneyê ku em ê rûnên. Dem dema têkoşînê ye. Em ê rûnenên, hûn jî rûnenên."
* Semra Guzel ku ji HDP'ê bû parlementera Amedê, diyar kir ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP bi ser ketiye û got: "Daxwaza gel azadiya Birêz Ocalan e, em ê van daxwazan li meclîsê bînin ziman."
* Dadgeha Îdareyê ya 2'yan a Amedê, 24 meh cezeyê "rawestandina qademeyê" yê li polîsê bi navê H.Y. hatibû birîn xera kir. H.Y. di ser pergala KÎHBÎ'yê re lêpirsîna nasnameya êrîşkarê mîtînga HDP'ê ya Amedê Orhan Gonderê DAIŞ'î kiribû û her çend lêgerîna Gonder hebû dîsa ew berdabû. Dadgehê parast ku polîs peywira xwe bê kêmasî bi cih aniye.
* Danişîna doza parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku parlamenteriya wê hat xistin bi îdîaya "Heqaret li serokomariyê kiriye" ji salek û 4 meh ceza tê darizandin dê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dê bê dîitin. (10.00)
* Çalakiya parêzeran a nobeta edaletê dê li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê di hefteya 65'an de berdewam bike. (11.30)
Xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê dê bi armanca piştgiriyê bidin akademîsyenên hatin îxrackirin çelenga reş tînin pêş Rektoriya Zanîngeha Dokuz Eylulê. (12.30)
* Komîsyona Heq û Edaletê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dê di hefteya 78'emîn de ji bo Komkujiya Roboskî şermezar bike bi daxwaza "Bila kujerên Roboskî bên darizandin" dê li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bîne. (18.30)