Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin

  • rojane
  • 09:33 11 Tîrmeh 2025
  • |
img

ÎZMÎR - Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer, got: “Ez ê bi serfirazî têkoşîna xwe bidomînim. Divê her kesên di bin zexta îktîdarê de cudahiyên xwe bidin aliyekî û hevkariyê mezin bikin.” 

 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê yê berê Tunç Soyer, di 1’ê Tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna li dijî şaredariyê de tevî Serokê CHP’ê yê Îzmîrê Şenol Aslanoglû û Midûrê Giştî yê ÎZBETON’ê Heval Savaş Kaya hate binçavkirin. Soyer jî di nav de 35 kes bi îdiaya “nelirêtiyê” hatin girtin. Yek ji îdiaya girtinê jî “Bi awayekî nelirê bikaranîna çavkaniyên cemaweriyê, hîleya di îhaleyê de û şêlandina biwesf” bû. 
 
Tunç Soyer ku di Foruma Aştiyê ya Îzmîrê de jî cih girtibû, di heman demê de ji Hewldana Civakî ya Ji Bo Aştiyê heta gelek cihên din di têkoşîna aştiyê de cih digire. Di heman demê de Tunç Soyer demekî dirêje di têkoşîna demokrasiyê de cih digire. Dema Soyer Şaredarê Seferîhîsarê bû, di sala 2016’an de li Şaredariya Sûrê qeyûm hate tayînkirin û Soyer bi gotina “Qeyûm, derbeyeke li dijî vîna gel e, kesek nikare biratiya me ya bi gelê Sûrê re xerab bike” bertek nîşan dabû. 
 
Tunç Soyer ku hefteyeke li Girtîgeha Hejmar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe pirsên me bersivand. 
 
‘YÊN JI BO DEMOKRASIYÊ TÊDIKOŞIN BEDEL DAN’  
 
Soyer, da zanîn ku zêdetirî 50 sal in di nava têkoşîna demokrasî û aştiyê de cih digire û got: “Kesên li Tirkiyeyê di nava vê têkoşînê de cih digirein teqez bedel dan. Hinek ji wan bi canê xwe, hinekan jî bi îşkence, sirgun û girtîgehan bedel dan. Yên sivik derbas kirin jî hebûn lê teqez bi awayekî bedel dan. Para min jî bû ev. Lewma ez şaş nemam û neketim nava tirsê. Bêguman ez ê vê têkoşînê bi serfirazî û bi parastina serhildana xwe bidomînim.” 
 
'DAWIYA WAN TÊ’ 
 
Bi domdarî Soyer anî ziman ku têkoşîna aştî û demokrasiyê îktîdarê aciz dike û wiha pê de çû: “Sedema sepanên neheq, bêhiqûqî û bêedalet a serdestan, dijbertiya wan a li aştî û demokrasiyê ye. Hebûna xwe li ser vê didomînin. Lewma her ku dor li îktîdara wan tê girtin, bêtehemûliya wan a li dijî aştî û demokrasiyê jî zêde dibe. Her ku tirsa jidestdana îktîdarê zêde dibe jî tevdîrên girantir ên zalimane digirin. Bi kurtasî, zêdebûna hejmara girtiyên siyasî, zêdebûna zextan wan, nîşaneya nêzbûna dawiya wan e.” 
 
'EM DI HEMAN XALEKE HEVPAR DE BÊN GEL HEV’  
 
Soyer, bi lêv kir ku divê têkoşîn bi piştevaniyê bidome û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hemû derdorên muxalefetê têkiliya di navbera xwe de xurt bikin. Ji bo têkoşîna li dijî îktîdarê jî divê li dora heman xelekê bicivin. Heke eniyeke muxalefetê ya derve ya xurt neyê avakirin, muxalefeta li hundir dê zêde bibin. Bila kesek reşbîn nebe, zêdebûna zext û zilmê, nîşaneya têkçûna wan e. Rêya bilezkirina vê têkçûnê jî ne hêrs e, piştevanî û domandina têkoşînê ye. Divê hemû kesên zexta îktîdarê li ser wan e cudahiyên xwe bidin aliyekî û hevkariyê mezin bikin.” 
 
MA / Tolga Guney 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:00 Li Deşta Fîsê şahidiya kêliyên dîrokî
15:56 Şîna Harun Karay bi giseyî hate ziyaretkirin
15:55 Dayikên Aştiyê: Êdî tu hincetên dewletê nema, bila gav biavêje
15:41 Rojeva çapemeniya cîhanê merasîma dîrokî bû
15:26 Oral ê 30 salan girtî ma: Divê êdî dewlet gavên şênber biavêje
15:10 Nêçîrvan Barzanî: Ev gav dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike
15:05 ÇHD’ê têkildarî komkujiya Elewiyan serlêdana sûc kir
14:28 Merasîma dîrokî li ser ekranan temaşe kirin
14:11 Vaye dîmenên merasîma şewitandina çekan
13:32 Berdevkê AKP’ê Çelîk: Qonaxa krîtîk hate derbaskirin
13:24 Hûrgiliyên merasîma dîrokî: Pêdivî bi sererastkirinên dîrokî heye
13:01 Roja dîrokî: Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha kir
12:56 Bahçelî: Rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih anî
12:48 Besê Hozat di merasîma dîrokî de ye
12:41 Ji merasîma dîrokî dîmenên ewil
12:25 Şandeya merasîma dîrokî dişopand ji qadê derket
12:05 Koma Aştî û Civaka Demokratîk: Em çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin
11:16 Cihê merasîma dîrokî diyar bû
11:06 Şandeya DBP, HDK û DEM Partiyê li qada merasîmê ye
10:49 Serşêwirmendê Serokkomar Yîgît Bulut mir
10:42 Gel li benda ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ e!
10:34 Welatiyan wesayîtên kana madenê ji bajarokê derxistin
10:06 Hevberdevkê Giştî yê YSP’ê Asena: Pêvajoyeke nû ya têkoşînê dest pê dike
09:52 Delegasyona navneteweyî ber bi qada torenê ve bi rê ket
09:44 Pirtûka parastina doza Kobanê: ‘Jin Jiyan Azadî’ çap bû
09:33 Tunç Soyer: Yên di bin zexta îktîdarê de divê hevkariyê mezin bikin
09:29 'Di sala 10'emîn de li ser şopa Pirsûsê': Ji bo edaletê têkoşîna li ser bingeheke yekgirtî
09:06 Alî Bozan: Dora gavavêtinê a dewletê ye
09:05 Welatiyên beşdarî hevdîtinên gel bûn: Divê dewlet gav bavêje
09:04 30 salên jiyana wî di girtîgehê de derbas bû: Ji bo jidilbûnê divê girtiyên nexweş bên berdan
09:01 3 sal in muayeneya kelemçekirî li girtiya bi nexweşiya tuberkulozê tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:15 Rêwîtiya ber bi kêliya ku dê herka dîrokê biguherîne
07:59 Şandeya ku dê torenê bişopînê ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket
10/07/2025
17:05 Ceza dan malbata Kocakaya ê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin
16:56 Rojnameger Hêvîdar Onver îfade da
16:36 Yunaçti piştî 30 salan hate berdan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:05 Rojnamegerên ji bo torena PKK’ê bi rê ketin: Em ê şahidiya kêliyên dîrokî bikin
15:41 Şîna Abdullah Okur bi girseyî hate ziyaretkirin
14:46 Dozgerî ji bo 7 rojnamegeran ceza xwest
14:13 Di kongreya Wan TUHAY-DER’ê de coşa peyama bidîmen
14:03 Kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
13:43 Rûxseta lêgerîna petrolê ya li Amedê ji bo 2 salan hate dirêjkirin
13:31 Li dijî zextên rejîma Îranê bang hate kirin
13:26 Erdogmûş: Hincet neman, divê her kes berpirsiyariyê li xwe bigre
13:25 Şewatên Uşakê hatin kontrolkirin
13:09 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:26 Serokê Giştî yê OHD’ê: Divê êdî guherînên yasayî bên kirin
12:24 ‘Divê dewlet pêvajoyê dirêj neke’
12:23 Ji bo torena PKK’ê ji Amedê bi rê ketin
11:37 Tahmaz: Banga Ocalan peywirên siyaseta demokratîk destnîşan dike
11:25 Înstagramê hesabê Ajansa Welat girt
11:19 Dayika Alî Îsmaîl Korkmaz: Bêhiqûqîtî me bêhtir xemgîn dike
11:01 Ji bo Hesendînê li ber xwe didin: Em li benda piştevaniyê ne
10:42 Rojnameger Er: Pêşeroja pêvajoyê girêdayî helwesta hikûmetê ye
10:25 Hamasê qebûl kir ku dîlgirtiyên Îsraîlî serbest berde
10:23 9 sal in mexdûrên KHK’ê li benda karê xwe ne
10:00 Hunermend Pinar Aydinlar: Divê aştî û azadî derdê hemû welat be
09:56 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên 8 meh in li benda tedawiyê disekinin hene
09:25 Dê navê Dengbêj Şakiro li Agiriyê nemir be
09:24 Xwezaya Şirnexê dê bi 10 projeyên nû yên enerjiyê bê talankirin
09:19 Şaredarê Şîleyê Kabadayi hate binçavkirin
09:07 Dayikên ku zarokên xwe winda kirine: Banga bidîmen hêviya me xurt kir
09:06 Serokê Baroya Mûşê: Pêvajo di asteke girîng de ye, divê her kes xwedî lê derkeve
09:05 Francesco Cerasanî: Ocalan bi banga xwe deriyekî nû li ber demokrasiyê vekir
09:03 Ji Roboskiyê bang li dayikên leşkeran kirin: Ger em mil bidin milê hev dê êşên me kêm bibin
09:01 Di şer de du zarokên xwe winda kir: Bila komîsyon bê avakirin û gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 10’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:24 Hasan Aşa ku ji sedî 91 astengdar bû hate berdan
08:09 KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin
09/07/2025
20:12 Balyozê DYA'yê: Dibe ku QSD, entegreyî Sûriyeyê bibe û tevlî artêşê bibe
20:04 Li Girê Spî hêzên paramîlîter bi hev ketin: Kesek mir, 4 kes birîndar bûn
19:57 Hûrguliyên civînên Şamê: Divê Peymana 10'ê Adarê bêkêmasî bê pêkanîn
19:51 Piştî 31 salan serbest hat berdan: Em ê xwedî li mîrateya wan derkevin
19:43 Nesrîn Teke li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Ji bo girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê serî li ÎHÎK’ê da
16:43 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Ayik banga tehliyeyê kir
15:53 Akademîsyena Aştiyê Fulya Atacan jiyana xwe ji dest da
15:52 Tayîp Temel: Bingeha hiqûqî şert e
15:39 Bayindir: Nexşerêya Ocalan dê ji bo teşedayîna pêşerojê sûdewer be
14:41 Guleç: Daxuyaniya Ocalan rast û di cih de ye
Canpolat: Banga dîrokî ya Ocalan resmê sedsalê ye
14:05 Ayşegul Dogan: Di 11’ê Tîrmehê de em ê li Silêmaniyeyê bin
14:00 Ji bo Midurê Karên Nivîsan ê Lemanê biryara binçavkirinê hat dayin
13:59 Piştî 26 salan dengê Ocalan bihîstin: Divê bi lezgînî gav bên avêtin
13:27 Hevseroka ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş nehate berdan
13:26 Erdogan: Em ê agahiyên erênî bigirin
13:14 Siyasetmedar û rewşenbîr dê ji bo torena li Silêmaniyeyê bi rê kevin
12:10 Banga dîrokî ya Abdullah Ocalan di çapemeniya cîhanê de deng veda
11:53 Çapemeniya Tirkiyeyê banga bidîmen çawa dît?
11:34 Banga Abdullah Ocalan di medyaya dijîtal de bû TT
11:23 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 10 kesê din jî hatin binçavkirin
11:16 Civîna şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi hikûmeta demkî re dest pê kir
11:05 Li Îzmîrê di mehekê de 26 hezar hektar erd şewitî
11:02 Li Egeyê şewatên daristanan
10:44 Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi hikûmeta demkî re bicive
10:43 Plana Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê: Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
10:42 Hejmara kesên li Texasê di lehiyê de mirîn derket 111’an
10:42 Tirkiyeyê jîriya çekirî asteng kir
10:39 Halîde Turkoglû: Jin di têkoşîna aştiyê de bûne yek
09:52 ‘Divê rêxistinên tenduristiyê beşdarî pêvajoyê bibin’