RIHA - Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê têkildarî bûyera di 14'ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsê ji aliyê zilamên wekîlê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz ve pêk hat û bû sedena kuştina 4 kesan, rapor amade kir û bi raya giştî re parve kir. ÎHD'ê diyar kir ku lêpirsînek çalak û bi bandor nehatiye kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê têkildarî bûyera 14'ê Hezîranê ku zilamên wekilê AKP'ê Îbrahim Halîl Yildiz, li ser esnafên malbata Esvet Şenyaşar gule reşandin û di bûyerê de Evset Şenyaşar û kurên wî Celal û Adîl Şenyaşar û birayê wekil Yildiz Mehmet Şah Yildiz jiyana xwe ji dest dan rapor amade kir. Rêveberên ÎHD'ê rapora ku amade kiribûn li avahiya Şaxa komeleyê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê Mikaîl Yavuz, diyar kir ku bûyer li ber dikana Şenyaşar dest pê kiriye û piştre li Nexweşxaneyê berdewam kiriye û wiha got: "Di bûyerê de çekên bê rûhsat û çekên lûledirêj hatin bikar anîn. Li nexweşxaneyê jî çek û amûrên jêkirinê hatine bikar anîn. Di bûyerê de tu tedbîrên ewlehiyê nehatine stendin. Dozgerê der barê bûyerê de lêkolin dike bi rêk û pêk û bi awayekî bandor lêkolîn nekiriye û delîl kom nekirine.
Yavuz, anî ziman ku ku wan bi şahidê bûyerê, ji malbata Şenyaşar Emine Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar de hevdîtin kirine. Dîsa bi 4 şahidên bûyerê ku navê xwe nedane re hevdîtin kirine. Yavuz, da zanîn ku di bûyerê de lînc pêk hatiye û piştre ji bo delîlan reş bikin kamera şikandine û piştî bûyerê şopa xwînê şuştine û ser dîwaran boyax kirine.
Yavuz, wiha cih da raporê:
Di lêkolînê de tişta hat tespîtkirin wiha ye:
* Di bûyerê de bêyî ku qet lêkolîn bê kirin û delîl bên komkirin rayedarên dewlet û hikûmetê agahiyên wekî 'Teqez' bin bi raya giştî re parve kiriye û hişek ava kiriye. Agahî qirêj kirine.
* Daxuyaniyên serokomar û hikûmetê li dijî rêgeza 'veşartina dosyayê' ne. Bi van daxuyaniyan aliyê xwe diyar kiriye. Destûr nedaye ku saziyên civakî biçin lêkolîn bikin. Ev yek li dijî dewleta hiqûqê ye.
* Daxuyainyên Waliyê Rihayê ji aliyê medya ve nehatiye dîtin û agahî hatine şolîkirin.
* Hat tespîtkirin ku ji bo delîlan reş bikin kamerayên nexweşxaneyê hatine şikandin û ji cih hatine rakirin. Şahidên bûyerê diyar kirine ku kamera ji aliyê zilamên Halil İbrahim Yıldız ve hatine jêkirin.
* Gelek xizm û gundiyên malbata Yildiz ên gundê Şihisê li Nexweşxaneya dewletê de dixebitin. Bi ceraset û alîkariya van kesan êrîşî Adil û Celal Şenyaşar bi lîncê hatine kuştin. Bav Esvet Şenyaşar li ber çavê hevsera wî bi lincê hatiye kuştin. Bav Şenyaşar, li nexweşxaneya din jiyana xwe ji dest daye.
* Li Rihayê xebatên hilbijartinê bi piranî ji aliyê zilamên wekîlê AKP'ê yên bi çek hatiye meşandin. Gelek caran welatî tehdît kirine. Minakê vê yekê hene.
* Xizmên wekilê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz di salên dawî de bûbûn cerdevan. Cerdevan ji bilî cihê peywira xwe çiqas dikarin bi çekan derkevin derve. Bi vê bûyerê hat dîtin ku sînorê xwe derbas kirine.
* Li Pirsûsê piraniya esnafan girtî ne. Maşîneyên zirxî bê navber li kolanan digerin. Her dem hêzên ewlehiyê li kolanan hene.
* Serokê CHP'ê yê Pirsûsê li ser daxwaza navendê ji navçeyê derketiye.
* Têkildarî bûyerê kesên qet eleqeya wan a bi bûyerê re tune li ser daxwaza Wezîrê Karên Hundir hatin binçavkirin.
* Li gorî agahiyên medya di destpêkê de namzetê HDP'ê yê Rihayê Îsmaîl Kaplan jî di navde 19 kes hatine binçavkirin. Di nava van kesan de Fadil Şenyaşar piştî ji nexweşxaneyê derxistin sewqî dadgehê kirin û girtin. Aqûbeta yên din hêj ne diyar e.
* Piraniya kesên hatin binçavkirin HDP’î û xizmên malbata Şenyaşar in. Agahiya ku kesên ji malbata Yildiz hatine binçavkirin tune. Hêj îfadeya tu kesan nehatiye girtin. li gorî xala 83'an a Qanûna Bingehîn ÎHalil Yıldız ê li ser s3uc hatiye girtin hêj der barê wî de tu lêpirsîn nehatiye kirin.
* Peyamên gefan ji malbata Şenyaşar re hatiye şandin. Ji ber gefan malbata Şenyaşar hêj şîna xwe danenîne. Parêzerê malbatê serî li Serdozgeriya Rihayê dane.
* Cenazeyê Mehmet Şen Yildiz û cenezayên Celal û Adil Şenyaşar di heman rojê de hatin defin kirin. Lê helwest û tundiya li hemberî girseya cenazeyên Şenyaşaran pir hişk û cuda bû. Di merasima cenazeyê Şenyaşar de mudaxaleya bê sînor pêk anîne.
* Piştî bûyerê di 17'ê Heziranê de 25 saziyên civakî (ÎHD, Baro, TÎHV, KESK, TTB û hwd) xwestin biçin li Pirsûsê lêkolîn bikin lê destûr nehatiye dayîn. Wezîrê Karê Hundir gef li wan xwariye.
* Her çend der barê lêpirsînê de biryara veşartinê hebe jî dîsa agahiyên şaş hatine parvekirin. Agahiyên kamarayan ên ber dikana Şenyaşar hatine qutkirin û bi Ajansa Anadolu û (Ulke TV) re hatine parvekirin.
* Li gorî rapora otopsiyê ya di çapemeniyê de hat parvekirin Celal û Adıl Şenyaşar ji nêzîk ve hatine gulebarandin. Bav Esvet Şenyaşar jî bi amûrê jêkirinê û lîncê hatiye kuştin.
DAXWAZ
Di raporê de hat diyar kirin ku piştî daxuyaniyên Serokomar û hikûmetê fikara ku lêpirsînek bi edalet pêk bînin zêde bûye. Divê ev helwest bê terkkirin û lêpirsinek bê alî û adîl bê kirin.
* Wezîrê Karên Hundir ku divê bê alî be, bi alî tev geriya ye. Ev fikaran zêde dike. Wezîrê karên hundir saziyên civakî kirine hedef. Divê wezîrê karên hundir bê ali tev bigere.
* Divê pergala cerdevaniyê bê belav kirin. Divê çekê ji destê cerdevanan bên komkirin.
* Divê di pêvajoya hilbijartinê de dawî li propaganda bi çek bînin. Divê YSK biryara teqez bistîne.
* Di bûyera pirsûsê de îktîdar tev li kuştinê bûye. Divê dozgerê Komarê yê Rihayê der barê Parlamenterê AKP'ê de lêpirsînê bide destpêkirin.
* Di bûyra Pirsûsê de hikûmeta îktîdarê aşkere bûye alî. Divê Dozgerê Komarê yê Rihayê li gorî peymana DMME a prensîba Jordanê lêpirsînek bê alî bide destpêkirin. Divê bi saziyên civakî re hevkarî bike.
* Divê Waliyê Rihayê ji bo malbat di nava ewlehiyê de şînê xwe dînin tedbîrên ewlehiyê bistînin.
* Ji bo bûyer ronî bibe û hesap ji kujeran bê pirsîn divê Wezareta Dadê bûyerê ji nêzîk ve bişopîne.