MINBIC - Yekemîn herêma ku pêwîstbû ewil bikeve rojeva Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Erdogan û Tirkiyeyê Minbic bû, tevî ku endamên DAIŞ`ê ji sala 2014`an heya nîvê sala 2016`an bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAIŞ`ê de bû jî, tu helwesta Tirkiyeyê derbarê Minbicê de çênebû.
Piştî ku Minbic ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi piştevaniya QSD`ê di sala 2016`an de ji destê DAIŞ’ê rizgar bû, herêma Efrînê ya Bakûrê Sûriyeyê bû mijara operasyona Tirkiyeyê. DAIŞ a ku bi piştevaniya Tirkiyeyê ava bû, ji aliyê QSD`ê ve di Minbicê de têk çû. Ji ber vê yekê jî Tirkiye qebûl nake ku hêza wan bin bikeve û têk biçe. Niha jî Erdogan dixweze tola piştevanên xwe yên ku li rojhilatê Firatê têk çûne bistîne. Ev yek jî di pilansaziya operasyona Efrîn, Minbic, Şengal û Qandîlê de xwe eşkere dike.
Li kêleka vê yekê Erdogan bi tu awayan qebûl nake ku DAIŞ dûrî sînorên wî bikeve. Ji ber ku hebûna DAÎŞ nêzî sînorên Tirkiyeyê û herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de dihêle ku Erdogan bêtir bi ketina nava rewşa Sûriyê de tetmîn bibe û hebûna xwe misoger bike. piştî ku Erdogan ferq kir ku DAIŞ di Minbicê de di nava xeteriyeke mezin û têkçûnê de ye, bi hemû leza xwe hêza xwe derbasî Cerablûsê kir. Vê yekî jî ji bo ku kemereke ewlehî ji DAIŞ`ê re ava bike, pêk anî. Têkçûna DAIŞ’ê ya di Minbicê de ji bo Tirkiyeyê derbeyeke pir giran bû. Ji ber ku tevî ku Trkiye ji DAIŞ’ê re hemû derfetên şerkirinê ava kir û bi her awayî bi wan re bû alîkar, lê dîsa jî li hember hêza QSD`ê têk çû.
DIXWAZIN DESTKEFTIYÊN WIR BIDEST BIXIN
Îro Minbic herêma herî bi ewleh û bê pirsgirêke û bi vîna gelê wê tê birêvebirin. Ev rewşa ewlehî ya Minbicê, Tirkiyeyê tehrîk dike. Tirkiye niha hewl dide careke din DAIŞ`ê di nava Minbicê de bi cîh bike. Ji bo ku careke din bi riya Minbicê desthilatdariya xwe di nava Sûriyê de fireh bike. Her wiha yek ji armancên bingehîn a êrîşkirina Minbicê ew e ku windahiyên ku di Sûriyeyê de di destê QSD, YPG û YPJ`ê de ye careke din bi dest bixe. Li kêleka vê yekê jî dixweze riyekê ji bo gihandina cebxane û leşkeran ji çeteyan re peyda bike. Serokomar Erdogan bi van nêzîkatiyên xwe dixwaze rastiya ku di hundirê Tirkiyê de diqewime veşêre û berê her kesî bide Sûriyê. Pêve girêdayî Erdogan xwest Sûriyê û gelê wê ji bo berjewendiyên xwe û ji bo bi destxistina hibijartinan bikar bîne û xwe ji hemû cîhanê re bide nasîn ku ew li ser ewlekariya Sûriyeyê û gelê wê bi fikar e û dixwaze gelê wê ji hemû hêzan rizgar bike. Ji bo vê yekê bi cîhanê û hêzên navnetewî bide qebûl kirin û bawerkirin û bercewendiyên xwe yên desthilatdariyê pêk bîne, leşker û serbendên xwe rê dike Sûriyeyê. Erdogan bi hinceta ku hêza YPG û YPJ`ê ku tenê ew bixwe wek “terorîst” dibîne nîşan dide û êrîşekê îhtîmal rewa bike.
DYA: HEVDÎTIN DEWAM DIKIN
Lê YPG`ê beriya demekê ragihand ku wan şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekişandine. Li ser vê bingehê Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine-Galloway derbarê tevgerên leşkerî yên Tirkiyê li herêma Minbicê ragihand ku li ser wê mijarê di navbera Amerîka û Tirkiyê de gotûbêj berdewam in.
Di 4’ê hezîranê de piştî hevdîtina her du wezîrên derve yên Tirkiye û Amerîkayê li Waşingtonê, Mevlut Çavuşoglu û Mike Pompeo bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandin ku wan li ser nexşerêyeke hevbeş bo Minbicê li hev kiriye. Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine-Galloway derbarê geşedanên herî dawî de daxuyanî da.
Adrian Rankine-Galloway bi bîr xist ku rayedarên berevaniya Amerîka û Tirkiyê di navbera 22 û 23’yê hezîranê de li Enqerê ji bo “sepandina nexşerêya Minbicê” hevdîtin kirine û got ew yek ji bo ewlehiya devera Minbicê pêk hatiye. Li ser pirsa “Li Minbicê kengê tevgerên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyê dest pê bikin?” Galloway bersiva “Li ser mijarê gotûbêj berdewam dikin” da.
YPG’Ê KOMÊ XWE VEKIŞANDIBÛ
Yekîneyên Parastina Gel demek beriya niha ragihandibû ku YPG’ê şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekişandine. YPG’ê her wiha dabû xuyakirin ku tu şervanên wan li Minbicê nemane û tenê hejmarek ji şêwirmendên wan ên leşkerî bo alîkariya xelkê Minbicê û Encûmena Leşkeriya Minbicê li wê derê mabûn. Di daxuyaniya xwe de, YPGê destnîşan kiribû ku ew ji bo alîkariya xelkê û rêveberiya leşkerî û sivîl a Minbic li wir diman, lê niha erkê wan bi dawî bûye, lewma ew ji wir vekişîn.
Piştî vekişandina şervanên YPG û YPJ’ê, her wiha avakirina tîmên hevbeş ên gerok di navbera hêzên Tirkiye û Amerîkayê de, biryara qonaxa duyemîn a nexşerêya di navbera herdu welatan de ji bo Minbicê, di nava 6 mehan de were bicîhkirin.
GEL BI BERTEK E
Niha Minbic, bi rêveberiya herêmî û encumana leşkerî ya ji xelkê Minbicê pêk tê, tê birêvebirin. Gelê Minbicê li hember êrîş û daxwaza Minbicê helwesta nerazîbûnê nîşan didin. Gelê Minbicê li dijî têketina Tirkiyeyê û komên girêdayî wan bi çalakiyan nerazîbûnên xwe tînin ziman.
MA / Erdogan Altan