COLEMÊRG – Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê, têkildarî îtîrazên encama sindoqan daxuyanî dan û diyar kirin ku dixwazin encama hilbijartinê biguherîne. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Ozgur Zeytanoglu, diyar kir ku wan 3 wekîl li Colemêrgê qezenç kirine, lê dixwazin encama hilbijartinê li Colemêrgê biguherînin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi hevre li avahiya DBP'ê ya Colemêrgê daxuyaniya hevpar dan. Li ser navê rêveberên HDP û DBP'ê parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Ozgur Zeydanoglu, daxuyanî da. Zeytanoglu, anî ziman ku wan îtîraz kiriye, lê heta niha encamek erênî bi dest nexistine û wiha got: "Berî her tiştî divê gelê me zanibe ku me 3-0 wekîl li Colemêrgê qezenç kirine. Niha Lijneya Hilbijartinê ya Bajar dixwaze vê encamê buguherîne. Dixwazin mafê me ji destê me bigirin. Dixwazin wekîlekî me ji destê me bistînin. Divê gelê me vê yekê baş zanibe. 2 rojin tevlihevi heye. Em ji YSK’ê encamên saxlem bi dest naxwin. Li Geverê li sindoqekê 257 dengê me şaş hatine jimartin. Li gel ku me ev yek rast kir jî hêj Lijneya Hilbijartinê ya Bajar ev yek rast nekiriye. Îktîdar ji ber rewşa taybet dixwaze wekîlekî me ji destê me bigirin."
Zeydanoglu, ani ziman ku hikûmet li Colemêrgê di nava xebatên taybet dene û Colemêrg ji bo xwe kiriye prestij û wiha got: "Derxistina wekîlekî ya AKP'ê ji Tayyip Erdogan re bûye hesret. Ji bo vê yekê serî li hemû hîleyan didin.
Li gorî daneyên destê me em aşkere 3-0 wekîlan derdixin.
Em li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînana Colemêrgê rastî gefên mezin hatin. Li wir lîstikên mezin li ser sindoqan hatin lîstin. Roja hilbijartinê muşahîd nekarîbûn biçin ser sindoqan. Bi hinceta ewlehiyê maşuhîdên me ji nêvirê rê vegerandin. Şaredarê Rûbarokê gef li min xwarin. Di vê hilbijartinê de dengê hatin betalkirin pir zêde bûn. Ji sedî 300 qat dengên hatin betalkirin zêde bûn. Li Şemzinanê Hezar û 800 deng hatin betalkirin. Hezar û 400 li bîrecîkê hatin betalkirin. Me ev ye kitîraz kir ev îtîraza me hat red kirin. Em dizanin li ser lijneya bajar zextên mezin hene. Me encama 22 sindoqan îtîraz kir. Li Şemzînanê di 13 sindoqan de, li Geverê di 3 sindoqan de, li Çelê di 3 Sindoqan û li Navenda Colemêrgê jî di 3 sindoqan de îhallên mezin hene. Em dixwazin rastiya vê yekê bê ronîkirin. Têkoşîna me ya hiqûqî û zagonî dê bidome."