Di cînayetê Erkul û Kerem de şahid axivîn

  • rojane
  • 16:08 27 Hezîran 2018
  • |
img
 
STENBOL - Danişîna doza xwendekarên Lîseyê Bariş Kerem û Oguzhan Erkul ên polîsan sala par li navçeya Sultangazî qetil kirin hat dîtin. Di danişînê de mexdûr û şahid axivîn. Dadgehê der barê polîsan de biryara bi zorê bînin danişînê da. 
 
Danişîna doza xwendekarên Lîseyê Bariş Kerem û Oguzhan Erkul ê polîsan sala par di 14'ê Nîsana 2017'an de li Parka Kend Orman a li navçeya Sultangazî ya Stenbolê kuşt, hat dîtin. 2'emîn danişîna doza kujerên Bariş Kerem û Oguzhan Erkul  li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir. Di danişînê de 4 polîsên bersûc amade nebûn. Lê parêzerên aliyên dozê amade bûn. Dîsa li salona danişînê dayika Barış Kerem Melike Altinışik, û dayika Oguzhan Erkul Seyran Erkul û xwişka Ogushan Figen Erkul, Ramazan Alturk, D.E., B.Y.  yên birîndar bûn û malbatên wan jî amade bûn. 
 
‘POLÎSAN ÇÊR KIRIN Û ÊRÎŞÎ MIN KIRIN' 
 
Piştî tespîta nasnameyan ewil îfadeya D.E. û B.Y yên birîndar rizgar bûn stendin. Ji ber temenê wan kêmî 18 salî bû di çavdêriya pedagog de hat girtin. D. E. îfade da û got: "Em li Parkê 5 kes bûn. Em rûniştibûn û me sohbet dikir.  Em li ber deriyê parkê bûn. Dema em ji parkê derketin em vîrajê zîvirîn û me polîsên kom dît. Me lambeyên maşîneyê pêxist. Li derve jî lambe hebûn. Me polîsê yekem derbas kir û li ber polîsê duyemîn rawestiyan. Her tişt pir bi lez pêk hat. Polîsan çêr kirin û bi ser me de hatin. Ez ketim panîkê. Gotin 'Hûn tev bigerin em dê gule berdin we." 
Dema li derve nerîn dizanîbûn em zarok in. Piştre min bêl xazê kir. Maşîna zirxî ez asê kirim. Ez derketim peyarêyê. Metreyek şûnde li ser me gule barandin. Min got belgî guleyên plastîk in. Piştre em çûn nexweşxaneyê. Dema em çûn nexweşxaneyê polîsan hatin îfadeya me girtin. Li ser min geriyan. 
 
PEDAGOG: BANDOREK NEYÎNÎ LI SER JIYANA WAN KIRIYE
 
Piştî D.E. îfade da, Pedagog Esra Nihan Pridge jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku zarok di nava travmayê dene û vê bûyerê bandorek pir neyînî li ser jiyana wan kiriye. Hat tespîtkirin ku herikîna jiyana wan hatiye guheritn. Herina wan a li jiyanê û baweriya wan hatiye hejandin. 
 
‘MIN JI TIRSAN XWE  BI TEMBÛRÊ VE GIRÊ DA' 
 
Şahid B.Y. jî wiha got: “Em bi hevre li îskeleyê rûniştin û me got em li tembûrê bidin. Em nêzî deriyê parkê li cihekî rûniştin. Piştî em derketin em rastî polîsan hatin. Birayê Ramazan ê li ge me got vana ne polîsê trafîkê ne. Herî zêde dê li ser me bigerin. Me camê erebê daxist û lambeyên erebê pêxist. Em hêdî diçûn. Piştî em gihştin derî me xiza wê kêmtir kir. Polîs bi ser me de hatin û em tirsiyan. Me polîsê yekem derbas kir û em li cem polîsê duyem rawestiyan. Min ji tirsa tembûr xist hembêza xwe. panzêr derket pêş me. Piştî ajokar  direksiyon şikand û derbas bû polîsan li ser me gule reşand. Oguzhan Erkul li pişt erebê bû gule lê ket û jiyana xwe ji dest da. Pişter em çûn nexweşxaneyê. Li pêş nexweşxaneyê hemşîreyan Ramazan û Oğuzhan ji maşîneyê daxistin. Polîsan hatin ez li nexweşxaneyê binçav kirim. Min li qereqolê îfade neda. Piştre ez li nêzî serê sibê hatim berdan. 
 
 
şahid Muslim Kızıldag,  jî diyar kir ku wî kêliya dawî ya bûyerê dît û wiha got: "Ez wê rojê di ketina parkê de peywirdar bûm. Li ser ixbarê 2 maşîneyên polîsan hatin cihê bûyerê. Rê birîn. Maşîneyek reş nêzî cihê kontrolê bû. maşîne rawestiya û polîsan deriyê li pişt vekir. Piştre dengê çekan hat. Di navbera min û wan de 30 metre mesafe hebû. Çek li ser hev teqiyan. 
 
Piştî heyeta dadgehê li îfadeya şahidan guhdar kir biryar da ku polîsên bersûc Ahmet Bilgin, İsmet Özer, Tuncay Aydemir, Cemal Tuncer û Levant Ayhan ên serbest tên darizandin bi zorê wan tev li danişînê bikin.
 
Danişîna dozê taloqî 8'ê mijdarê kirin. 
 
 
 

Sernavên din

30/06/2018
09:03 AYM'ê piştî 24 salan biryara tazmînatê da
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
29/06/2018
19:45 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:08 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
19:02 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
18:04 Hat îdiakirin ku derbarê Guven de biryara girtinê hat dayîn
17:11 27 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin hatin berdan
17:00 Leyla Guven li ser îtîraza dozger nayê berdan
16:55 'Komên girêdayî OSO ji Efrinê direvin'
16:45 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:35 Heyeta HDP’ê li Mûşê ye: AKP vî karî li Enqereyê birêve dibe
16:10 Pêkhateyên Nobeda Edaletê tev li çalakiya Elçî bûn: Em li cem baroyê ne
15:46 Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê mezbatê xwe girtin
15:46 Jinên girtî ji bo Ozbay ên xwişkên hev bang kirin
15:22 Navenda Giştî ya ÎHD'ê: Di şexsê Soylu de polîtîkayên nû yên hikûmetê li pêş me ne
15:19 Ji Jin Tv ji bo hemû jinan bang: Li her qadê bibin beşek ji televizyona xwe
15:18 Halît Artik ê maşîneya zirxî ew birîndar kir sewqî Wanê kirin
14:58 Xwendekarên Bogazîçiyê merasîma mezuniyetê protesto kirin
14:29 Bi zarokan tekbîr dan gotin
14:17 Amedî: Buldan ne bi tenê ye
13:55 Parlamenterê CHP’î yê berê Erdem hat girtin
13:13 Leyla Guven hat berdan
13:05 Koçyîgît a HDP’î: Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Mûşê tehdît dikin
13:05 Hilbijêran xwest li Aydinê ji nûve deng bên jimartin
12:08 Bîlgîn: Gefa Soylu, peyama pergala nû ye
11:48 Neviyê Şêx Saîd: Ger berxwedan tunebûya dê darvekirin bidomiyan
11:30 YE biryar da ku Koçberan li navendan bisînor bikin
11:23 SAMER: Dengên AKP, polîs û leşkeran dan MHP’ê
11:06 Parlamentera HDP’ê Beştaş: Rêbazên Soylu mafyayî ne
10:32 Girtiyên Kirikkale: Traşa yek tîpî li girtiyan ferz dikin
10:28 Polîsan wekîlê CHP’î yê berê Erdem binçav kir
10:12 Çalakî û nobeta saziyan a ji bo azadiya Ocalan didome
09:58 Hevşaredara lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat
09:34 Dadgeh: Bersûcê Pakîze Hazar tam bi qisûr e
09:15 ‘Xurtbûyîna HDP'ê hêviyeke nû ye'
09:14 Aydinê 90 salî ji ber ku telefon di bêrîka xwe de ji bîr kir, sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:14 Keça Orhan Dogan, Ayşegul Dogan: Rûyê bavê min tim li jiyanê bû
09:12 Parêzvanên mafên mirovan ji bo Soylû bang li serdozgeran kirin
09:11 Rojnameger Akkuş gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî kir pirtûk
09:11 Gunay: Dê rojeva min a sereke betalkirina tecrîda li Îmraliyê be
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2018'AN
28/06/2018
18:53 Malbatên Roboskiyê: Êş û feryada me nayê dîtin
18:53 Eşîra Bobeniyan: Em ê tola xwe hildin
18:39 Medenî Yildirim hat bibîranîn
17:00 HDP’ê derbarê Soylu de serlêdan sûc kir
16:10 Li Geverê maşîneya zirxî ya bi lez ajot kesek bi giranî birîndar kir
15:51 HDP'a Colemêrgê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
15:36 Zarokên di doza Nisêbînê de tên darizandin nehatin berdan
14:18 Soylu gefên xwe mikur hat: Min zêdetir gotiye
14:03 Kesek li Panosê hat girtin
13:26 Li Agiriyê zarokê hatibû revandin hat dîtin
13:13 Li Meletiyê 6 siyasetmedar tahliye bûn
13:09 Di doza Nisêbînê de rojnameger û malbat negirtin hûndir
12:53 Parêzer xwest doza Irmak betal bibe
12:38 Parêzerên Ocalan cara 767’emîn serlêdan kirin
12:37 Akademîsyen û rewşenbir rewşa Efrînê û Kurdan li PE'yê niqaş dikin
12:25 Bi rojan e der barê komên çekdar de tu daxuyanî tune
11:33 Koma HDP’ê piştî hilbijartinê yekem car kom bû
11:28 Koçyîgît: Em li bendê de saet di 17.00'an de encamê aşkere bikin
11:28 Xîtaba ‘Heval’ kirin delîla ‘endamtiya rêxistinê’
10:05 Hattîmogullari: Têkoşîn ne tenê parlamento ye
10:01 Polîsan bi ser buroya Sendîka.org de girtin
09:16 Hunermend Jan Axîn: Çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve
09:13 Cezayê polîsê ku Gonderê DAIŞ'Î berda hat xerakirin
09:13 ‘Em ê daxwaza ji bo azadiya Ocalan li meclîsê bînin ziman'
09:12 Dayikên Aştiyê: Niha dem dema têkoşînê ye
09:11 Taş: Encamên hilbijartinê bersiv dan îktîdarê
09:11 Aydin: Qezenckirina wî nayê wateya demokrasiyê
09:10 AYM, desteserkirina pirtûkên Ocalan û Cansiz wekî 'binpêkirinê' qebûl kir
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2018'AN
27/06/2018
21:27 Mehmet Altan ji girtîgehê derket
18:34 Derbarê Celalettîn Can de biryara berdanê
18:06 ÎHD: Li Riha lêpirsînek çalak tune
17:10 Çima niha Minbic ket rojeva Tirkiyeyê
16:56 Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê: Dixwazin encama hilbijartinê biguherînin
16:08 Di cînayetê Erkul û Kerem de şahid axivîn
15:45 Bûldan: Hilbijartin di şertê meşrû de pêk nehatiye
Wezîr Soylû telefonî min kir û gef xwar, bila hedê xwe zanibe
15:21 Li Bedlisê dengên HDP ji bo Partiya Vatanê nivîsandin
15:01 Li navenda Efrînê 3 teqîn pêk hatin
14:45 Bûdak ku 96 ji sedî astengdar e, nehate berdan
14:40 Danişîna doza Soma hat dîtin
14:22 Li Mereşê leşker û cerdevanek hat kuştin
14:13 Li Bazîdê qedexeya kolanan hat îlankirin
14:11 Cîgirê Serokê MHP'ê Aycan ê got 'Em bêjin çi dê wisa be' ji peywirê hat girtin
13:45 Ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
13:30 YE'ê daxwaza Tirkiyeyê red kir
13:12 Siyasetmedarên kurd li Strasbourgê xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe
12:18 'Bekçiyê' AKP û qeyûmê ji peywirê hat girtin
11:03 Li Amedê di 4 sindoqan de 522 dengên HDP'ê ji Partiya Vatanê re nivîsadin
10:38 Civak van encaman qebûl nake
10:27 ‘Gel di hilbijartinê de bersîv da qeyûman'
10:18 Tiryakî: Serfkeftin a gelê me ye
10:00 Taşçier: Ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd deriyên nû vebû
09:09 ‘Botaniyan şara Dayika Taybetê li erdê nehişt'
09:08 Dozger kesên ku çûn mala hunerê kirin endamê rêxistinê
09:07 Dê fatûreya krîza aborî li kê bê birîn?
09:06 Kekê leşkerê ku wî birin Efrînê: Derûniya birayê min xera bû
09:05 Polîsan pêşî ew derb kir, paşê bi mirinê gef lê xwarin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2018'AN
26/06/2018
21:24 Hunermend Hozan Canê hat girtin