EFRÎN - Li navenda Efrînê ya operasyonên Tirkiye û OSO lê didomin, li noqteyeke komên çekdar 2 teqînên dijwar pêk hatin. Teqînek jî li nêzî Nexweşxaneya Dersimê pêk hat. Hat diyar kirin ku di teqînê de gelek kes mirine û birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên Efrînê ku agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) teqîn saet di 12:35'an de pêk hat. Çavkanî H.A. ragihand ku herdu teqîn li nuqteyeke çeteyên eniya El Şamiye rû dane ku li nêzî bûlwara Kawayê Hesinkar ê li navenda bajêr e. Tê gotin ku teqîn bi wesayitên bombebarkirî hatine kirin û gelek kes mirine û birîndar bûne. Lê belê li ser mijarê agahiyeke berfireh bi dest neket. Hin çavkaniyan diyar kirin ku teqînan rê li ber xisareke mezin a madî jî vekirine. Demeke kin piştî herdu teqînan, vê carê li kolana Feylakê dengê teqînê hat. Ji ber teqîna li nêzî Nexweşxaneya Dersimê, herî kêm 11 komên çekdar mirin.
Li aliyê din şevê din di navbera komên çekdar ên Cebhe El-Şamiye û komên El-Mutesim Bilah de şerekî dijwar rûda û heta derengiya şevê dewam kir. Heta niha tu aliyan teqînên li bajarê Efrînê negirtine ser xwe.