AMED - Endamê AKP'ê Îbrahîm Îçkîl ê ji aliyê Qeyûmê Farqînê Adem Çelîk ve ji bekçîtiya taxê tayînî Nivîsara Taybetş, Midûrê Çand û Karên Civakî kirin, beriya hilbijartinê ji peywirê hat girtin.
Îbrahîm Îçkîl ê AKP'î ku ket ezmûnê û bekçîtî qezenç kir, Midûriyeta Polîsan a Farqînê ew kirin notirvanê taxê. Îbrahim Îçgil, piştî qeyûm tayînî şaredarkiya Farqînê ya DBP’î hat kirin, Qeyûmê Farqînê Adem Çelîk, Îçgîl tayînî Nivîsara Taybet û Midûrê Çandê û Karên civakî kirin. Îçgil, beriya hilbijartina 24'ê hezîranê ji kar hat dûrxistin û dîsa kirin notircanê taxê.
Îrfan Îçkîn jî hêj li Midûriyeta Zabitayên Şaredariyê peywira xwe berdewam dike.
Hat diyar kirin ku Îçkîl, li ser daxwaza Parlamenterê AKP'ê Mehdî Eker ji peywirê hatiye girtin.