Civak van encaman qebûl nake

  • rojane
  • 10:38 27 Hezîran 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya e-rojname Kenan Kirkaya di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser encama hilbijartinê û diyar kir ku îtifaqa AKP-MHP'ê beriya encam aşkere bibe sereftina xwe îlan kir. Kirkaya, anî ziman ku encamên ji aliyê Ajansa Anatolu (AA) û YSK'ê ve hatin aşkerekirin ji rastiya civaka Tirkiye dûr in û gel vê encamê qebûl nake. 
 
Nivîskarê rojnameya e-rojname Kenan Kirkaya, di quncikê xwe yê hurgilî yê rojnameyê de bal kişand ser encama hilbijartinê û helwesta partiyên din. Kirkaya, da dazanîn ku encama ji aliyê AA û YSK'ê ve hatin îlankirin ji rastiya civaka Tirkiyeyê dûr in û civak vê yekê qebûl nake. 
 
Nivîsa Kenan Kirkaya ya îro wiha ye:  
 
Encamên hilbijartinan ên bi nîqaş û guman hatin aşkerakirin. Tifaqa AKP û MHP’ê beriya aşkerakirina encaman serkeftina xwe îlankirin. CHP, hêvî û bendewariyên gel taloq dike. HDP, heya niha nirxandinek baş nekiriye.
 
Encamên ku ji aliyê Ajansa Anatoliyayê (AA) û YSK’ê ve hatin îlankirin ji rastiya civaka Tirkiyeyê dûr in. Di pêvajoya kampanyayê de hemû anket û pîvanan dida nîşandan ku piraniya civakê guherînê dixwaze. Dîsa raya giştî herî zêde ji ber nelirêtî û diziyan biguman bûn. Ev metirsî pêk hat. Dîsa derket holê partiyên muxalîf fikarên ku beriya hilbijartinê dianîn ziman bi têra xwe cidî negirtin. Li gorî vê yekê tedbirên xwe nestendin. AKP’ê ji van qelsî ne amedekariyan sûdê wergirt. Lewma ev encam, encamên ku beriya hilbijartinê hatine çêkirin in.
 
Ger ku bi rastî ev encam, daxwaza gel bû ya divê ku li Tirkiyeyê aramiyek pêk bihata. Lê ji berê zêdetir fikar û guman hene. Gelê Tirkiyeyê ji van encaman aciz e. Ne tenê muxalîf ji sedî 70’yê civakê pêşeroja xwe nabîne. Qeyrana aborî mezin dibe. Piyaseyan jî vê encamê wekî encamek erênî nedît. Dolar û euro hîn zêde dibe, pîvaz û kartol jî bi wan re di nav pêşbaziyê de ne.
 
Her çiqas ku Muharrem Înce û CHP van encaman qebûl kiribe jî dengdar vê yeke qebûl nakin. Baweriya ku ‘mudaheleyî hilbijartinan kirine’ di nav gel de mezin e. Ev mudaxele tenê bi destê AKP’ê jî pêk nehat. Ev konsensûsek navneteweyî ye. Mifteya fêmkirina van encaman di şîrovekirina gera Erdogan ya Îngilistanê ye. Beriya hilbijartinê Erdogan çû Îngilistanê rêyedarên Îngilistanê bi awayek aşkera piştgirî da Erdogan. DYA’yê beriya hilbijartinê ji bo piştgiriya kampanyaya Erdogan daxuyaniya Minbicê da û got ku leşkerê tirk li Minbicê dewriye digerin. Lê belê leşkerê tirk li cihê xwe yê berê bûn. Ev daxuyanî li ser daxwaza Erdogan pêk hat û Erdogan vê yekê wekî parçeyek kampanyaya xwe bi kar anî.
 
Niha heman welatê biyanî bangewaziya aramiyê û pêşîlêvekirina demokrasiya li Erdogan dikin. Wisa dixuyê ku bi Erdogan re bazaran kirin. Ji Erdogan re gotin ku em ê emrê te dirêj bikin. Erdogan li hemberî vê yekê tavizên mezin da. Her wiha soz da ku li gorî daxwaza derdorên kar, hin gavên asayîkirinê biavêje. Bangewaziya hêzên navneteweyî ya wekî, “Pêşiya demokrasiyê veke” tê wateya, “Me piştgirî da te tu jî soza xwe bi cih bîne.”
 
Her wiha dixuyê ku van derdoran ji bo qebûlkirina encamên hilbijartina Înce û CHP jî ‘îkna’ kirine. Hêzên navneteweyî bi dewleta kûr a Tirkiyeyê re hevkarî kirin. Ev encam li gorî daxwaza wan e. Erdogan kirin serokkomar lê belê wî neçarê Bahçelîkirin. Dengê Înce zêdetirin ku derdorên muxalîf pê şa bin. Destûr dan ku HDP li ser bendavê bimîne ku pêşiya nerazîbûnên gelê kurd bigirin.
 
Li gel hemû mudaxeleya û li gel van encamên biguman û binîqaş hîn ji sedî 50’yê vî welatî guherînê dixwaze. Van encaman qebûl nake. Ji rewşa heyî aciz e. Ev girse li pêşengiyê digere. Ev jî encama herî girîng ya hilbijartinê ye û bingeha şoreşeke civakî ye.

Sernavên din

30/06/2018
09:03 AYM'ê piştî 24 salan biryara tazmînatê da
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
29/06/2018
19:45 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:08 Malbata Ocalan serî li dozgeriyê da
19:02 Li Colemêrgê 3 kes hatin girtin
18:04 Hat îdiakirin ku derbarê Guven de biryara girtinê hat dayîn
17:11 27 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn girtin hatin berdan
17:00 Leyla Guven li ser îtîraza dozger nayê berdan
16:55 'Komên girêdayî OSO ji Efrinê direvin'
16:45 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:35 Heyeta HDP’ê li Mûşê ye: AKP vî karî li Enqereyê birêve dibe
16:10 Pêkhateyên Nobeda Edaletê tev li çalakiya Elçî bûn: Em li cem baroyê ne
15:46 Wekîlên HDP’ê yên Şirnexê mezbatê xwe girtin
15:46 Jinên girtî ji bo Ozbay ên xwişkên hev bang kirin
15:22 Navenda Giştî ya ÎHD'ê: Di şexsê Soylu de polîtîkayên nû yên hikûmetê li pêş me ne
15:19 Ji Jin Tv ji bo hemû jinan bang: Li her qadê bibin beşek ji televizyona xwe
15:18 Halît Artik ê maşîneya zirxî ew birîndar kir sewqî Wanê kirin
14:58 Xwendekarên Bogazîçiyê merasîma mezuniyetê protesto kirin
14:29 Bi zarokan tekbîr dan gotin
14:17 Amedî: Buldan ne bi tenê ye
13:55 Parlamenterê CHP’î yê berê Erdem hat girtin
13:13 Leyla Guven hat berdan
13:05 Koçyîgît a HDP’î: Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Mûşê tehdît dikin
13:05 Hilbijêran xwest li Aydinê ji nûve deng bên jimartin
12:08 Bîlgîn: Gefa Soylu, peyama pergala nû ye
11:48 Neviyê Şêx Saîd: Ger berxwedan tunebûya dê darvekirin bidomiyan
11:30 YE biryar da ku Koçberan li navendan bisînor bikin
11:23 SAMER: Dengên AKP, polîs û leşkeran dan MHP’ê
11:06 Parlamentera HDP’ê Beştaş: Rêbazên Soylu mafyayî ne
10:32 Girtiyên Kirikkale: Traşa yek tîpî li girtiyan ferz dikin
10:28 Polîsan wekîlê CHP’î yê berê Erdem binçav kir
10:12 Çalakî û nobeta saziyan a ji bo azadiya Ocalan didome
09:58 Hevşaredara lêgerîna tazî red kir rastî lêdanê hat
09:34 Dadgeh: Bersûcê Pakîze Hazar tam bi qisûr e
09:15 ‘Xurtbûyîna HDP'ê hêviyeke nû ye'
09:14 Aydinê 90 salî ji ber ku telefon di bêrîka xwe de ji bîr kir, sal û 8 meh ceza lê hat birîn
09:14 Keça Orhan Dogan, Ayşegul Dogan: Rûyê bavê min tim li jiyanê bû
09:12 Parêzvanên mafên mirovan ji bo Soylû bang li serdozgeran kirin
09:11 Rojnameger Akkuş gotinên pêşiyan û biwêjên kurdî kir pirtûk
09:11 Gunay: Dê rojeva min a sereke betalkirina tecrîda li Îmraliyê be
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2018'AN
28/06/2018
18:53 Malbatên Roboskiyê: Êş û feryada me nayê dîtin
18:53 Eşîra Bobeniyan: Em ê tola xwe hildin
18:39 Medenî Yildirim hat bibîranîn
17:00 HDP’ê derbarê Soylu de serlêdan sûc kir
16:10 Li Geverê maşîneya zirxî ya bi lez ajot kesek bi giranî birîndar kir
15:51 HDP'a Colemêrgê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
15:36 Zarokên di doza Nisêbînê de tên darizandin nehatin berdan
14:18 Soylu gefên xwe mikur hat: Min zêdetir gotiye
14:03 Kesek li Panosê hat girtin
13:26 Li Agiriyê zarokê hatibû revandin hat dîtin
13:13 Li Meletiyê 6 siyasetmedar tahliye bûn
13:09 Di doza Nisêbînê de rojnameger û malbat negirtin hûndir
12:53 Parêzer xwest doza Irmak betal bibe
12:38 Parêzerên Ocalan cara 767’emîn serlêdan kirin
12:37 Akademîsyen û rewşenbir rewşa Efrînê û Kurdan li PE'yê niqaş dikin
12:25 Bi rojan e der barê komên çekdar de tu daxuyanî tune
11:33 Koma HDP’ê piştî hilbijartinê yekem car kom bû
11:28 Koçyîgît: Em li bendê de saet di 17.00'an de encamê aşkere bikin
11:28 Xîtaba ‘Heval’ kirin delîla ‘endamtiya rêxistinê’
10:05 Hattîmogullari: Têkoşîn ne tenê parlamento ye
10:01 Polîsan bi ser buroya Sendîka.org de girtin
09:16 Hunermend Jan Axîn: Çanda populîzmê nahêle muzîka kurdî li pêş bikeve
09:13 Cezayê polîsê ku Gonderê DAIŞ'Î berda hat xerakirin
09:13 ‘Em ê daxwaza ji bo azadiya Ocalan li meclîsê bînin ziman'
09:12 Dayikên Aştiyê: Niha dem dema têkoşînê ye
09:11 Taş: Encamên hilbijartinê bersiv dan îktîdarê
09:11 Aydin: Qezenckirina wî nayê wateya demokrasiyê
09:10 AYM, desteserkirina pirtûkên Ocalan û Cansiz wekî 'binpêkirinê' qebûl kir
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2018'AN
27/06/2018
21:27 Mehmet Altan ji girtîgehê derket
18:34 Derbarê Celalettîn Can de biryara berdanê
18:06 ÎHD: Li Riha lêpirsînek çalak tune
17:10 Çima niha Minbic ket rojeva Tirkiyeyê
16:56 Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê: Dixwazin encama hilbijartinê biguherînin
16:08 Di cînayetê Erkul û Kerem de şahid axivîn
15:45 Bûldan: Hilbijartin di şertê meşrû de pêk nehatiye
Wezîr Soylû telefonî min kir û gef xwar, bila hedê xwe zanibe
15:21 Li Bedlisê dengên HDP ji bo Partiya Vatanê nivîsandin
15:01 Li navenda Efrînê 3 teqîn pêk hatin
14:45 Bûdak ku 96 ji sedî astengdar e, nehate berdan
14:40 Danişîna doza Soma hat dîtin
14:22 Li Mereşê leşker û cerdevanek hat kuştin
14:13 Li Bazîdê qedexeya kolanan hat îlankirin
14:11 Cîgirê Serokê MHP'ê Aycan ê got 'Em bêjin çi dê wisa be' ji peywirê hat girtin
13:45 Ji bo Leyla Guven bê berdan serlêdan kirin
13:30 YE'ê daxwaza Tirkiyeyê red kir
13:12 Siyasetmedarên kurd li Strasbourgê xwestin tecrîda li ser Ocalan rabe
12:18 'Bekçiyê' AKP û qeyûmê ji peywirê hat girtin
11:03 Li Amedê di 4 sindoqan de 522 dengên HDP'ê ji Partiya Vatanê re nivîsadin
10:38 Civak van encaman qebûl nake
10:27 ‘Gel di hilbijartinê de bersîv da qeyûman'
10:18 Tiryakî: Serfkeftin a gelê me ye
10:00 Taşçier: Ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd deriyên nû vebû
09:09 ‘Botaniyan şara Dayika Taybetê li erdê nehişt'
09:08 Dozger kesên ku çûn mala hunerê kirin endamê rêxistinê
09:07 Dê fatûreya krîza aborî li kê bê birîn?
09:06 Kekê leşkerê ku wî birin Efrînê: Derûniya birayê min xera bû
09:05 Polîsan pêşî ew derb kir, paşê bi mirinê gef lê xwarin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2018'AN
26/06/2018
21:24 Hunermend Hozan Canê hat girtin