STENBOL - Dayikên Şemiyê li kujerên Vedat Aydin ê ji aliyê dewletê ve bi êşkenceyê hatî qetilkirin pirsîn û xwestin ku dawî li bêcezatiya di dosyeyê de were anîn.
Dayikên Şemiyê ku ji bo li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin her hefte li Qada Galatasarayê tên cem hev du, çalakiya xwe ya hezar û 58'emîn li dar xistin. Dayikên Şemiyê ku bi qurnefîlan û wêneyên xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin hatin Qada Galatasarayê, vê hefteyê li aqûbeta kujerên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ê ku di 5'ê Tîrmehê de hat qetilkirin pirsin. Li gel gelek aktivîstên mafên mirovan, Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî beşdarî daxuyaniyê bû.
Di daxuyaniyê de ji xizmên windayan Îkbal Eren axivî. Erenê behsa pêvajoya qetilkirina Vedat Aydin û pêvajoya darizandinê kir.
Îkbal Erenê destnîşan kir ku dewlet têkildarî windakirina Vedat Aydin de peywira xwe ya eşkerekirina heqîqetê û pêkanîna edaletê pêk neaniye û got: "Di dosyeya Vedat Aydin de dawî li înkarê û bêcezatiyê bînin. Demildest hiqûqê bixebitînin. Kiryar û berpirsiyarên tên zanîn bidarizînin û peywira xwe ya cezakirinê bi cih bînin."