AMED – Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de îtîfaqa di navbera kurdan de pêk hatiye û ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were deriyek nû vebûye.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Îmam Taşçier ku ji nû ve bû parlamenterê HDP’ê encama hilbijartinê û pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nirxand. Taşçier da zanîn ku li gorî encamên hilbijartinê AKP’ê di astek micid de dengê wê ketine û got: “Mirov dikare bêje ku AKP têk çûye. Di bin siya OHAL’ê de hilbijartin pêk hat. Hevalên me xebata hilbijartinê birêve dibirin hatin binçavkirin û girtin. Di bin siya faşîzmê û qeyûmên li ser şaredariyan de em çûn hilbijartinê. Tevî ewqas hemû şertên zehmet xebata HDP’ê birêve bir bi hêz bû.”
‘DERIYÊ NÛ VEBÛ’
Taşçier destnîşan kir ku her çiqas di navbera partiyên kurd de îtîfaq pêk nehatibe jî di navbera kurdan de îtîfaq pêk hatiye û wiha dewam kir: “Ev yek jî xwe di encamên hilbijartinê de dide nîşandan. Yekîtiya netewî bi partiyan sînor nîne. Yekîtî girêdayî hevgirtina gel e. Heke yekîtiya neteweyî ya kurd pêk were, dê gavên ber bi azadiyê ve bên avêtin. Em bi hemû dînamîkên civakê re hatin gel hev û me xebat birêve bir. Ev 40 sal e siyaseta kurd di navbera xwe de parçe bûye û nayê cem hev. Lê îro ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were, deriyên nû vebûn. Divê ji îro pê ve em gavên xûrt biavêjin.”
Taşçier diyar kir ku piştevaniya partiyên kurd a ji bo HDP’ê di warê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de gavek pêşketî bû û dê HDP ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd wê xebatên dewam bike.