BEDLÎS - Hunermend Sûavî diyar kir ku huner nikare li welatekî ku zimanê dayikê lê qedexe ye azad be û got: "Ger li welêt aştî hebe, huner jî dê azad be. Ji ber vê yekê, erka her kesî ye ku aştiyê misoger bike."
"Festîvala Çand û Hunerê ya Tetwanê" ku ji hêla Şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê ve tê lidarxistin berdewam dike. Festîvala ku bi dirûşmeya "Em bi hunera azad rêya aştiyê dihûnin" tê lidarxistin, dibe cihê çalakiyên rengîn. Festîvala ku bi beşdariya gelek hunermendên ji Kurdistan û Tirkiyeyê beşdarbûne berdewam dike, navên girîng vedihewîne. Yek ji van navan, hunermend Sûavî (Mehmet Suavî Saygan) e ku bi stranên xwe di festîvalê de konsereke bêhempa da.
Sûavî, di nirxandinên xwe yên li ser qedexekirina çalakiyên çandî û hunerî û bandorên aştiyê li ser hunerê de, bi bîr xist ku her kes nesîb ji ji feraseta qedexeker girtiye. Sûavî ku 55 sal in li welêt bi hunerê re mijûl dibe, got ku hîn jî di warê hunerê de feraseteke qedexeker heye û diyar kir ku huner maf û pêdiviya herî bingehîn a mirovan e.
BANDORA AŞTIYÊ LI HUNERÊ
Sûavî diyar kir ku gelek warên hunerê ji aliyê desthilatê ve hatine qedexekirin û got: "Lêbelê, heke li welêt aştî hebe, huner dê azad be. Feraseteke qedexekar heye. Ev rewş bi sedsalan e didome. Di demên 12'ê Adarê û bi taybetî 12'ê Îlonê de, tecrîdên pir mezin hebûn. Huner maf û pêdiviya herî mezin a mirovan e. Ew huner e ku jiyanê estetîk dike û jiyana me hemûyan xweşiktir dike. Ji ber vê yekê, heke em nikaribin hunerê veguherînin pêdiviyeke mîna nan û avê, em nikaribin mirovên dijminê hunerê teswî bikin."
Sûavî destnîşan kir ku Mezopotamya û Anatolya navendên hunerê ne û got: "Li gelek deverên ku têgehên olî, muhafezekarî û nijadperestî ku em jê re dibêjin fundamentalîzm, pir zêde ne, hin ziman hunerê miz dane. Hin ziman û bawerî jî hunerê ji holê rakirine. Rojhilata Navîn di demên pir dijwar re derbas bûye. Mezopotamya û Anatolya navendên hunerê ne. Lê desthilatan destûr nedane hunera li derveyî nêrîn û perspektîfên xwe û qedexe kirine. Li gorî desthilatê, her kesî ji vê feraseta qedexekir para xwe girtiye."
'VEDERKIRINA ZIMANEKÎ LI DIJÎ XWEZAYÊ YE'
Sûavî behsa qedexeyên li ser zimanê dayikê û ziman kir û got: "Dema ku em li rastiya kurdan dinêrin, mafê mirov tune ku zimanê xwe yê dayikê an jî axa ku lê ji dayik bûye hilbijêre. Ev ji bo hemû zindiyên li vê dinyayê eynî ye. Li dijî xwezayê ye ku zimanek ji aliyê komeke bijartî ve were vederkirin. Ev li dijî xwezyaê ye. Ji ber vê yekê, fikra ku zimanek ji zimanekî din bilindtir e, dibe sedema faşîzmê. Ger em hunerê di jiyana xwe de nekin daxwazek an jî pêdiviyek, em nikarin wê saz bikin. Dê hunerê jî wekî parçekirina her tiştî parçe bikin û bi rê ve bibin. Emperyalîzm vê yekê pir baş rave dike. Ew hunermendên muzîka gelêrî, hunermendên muzîka tirk û hunermendên muzîka kurd datîne aliyekî. Ew dibêje 'muzîka orijînal, muzîka îdeolojîk û muzîka protestoyê' û dûv re wê dixe qalibekî cuda û dû re hewl dide ku wê kedî bike."
'GER ZIMANÊ DAYIKÊ TUNE BE HUNER JÎ TUNE YE'
Sûavî destnîşan kir ku kurd têkoşîneke girîng ji bo demokrasiyê dimeşînin û got: "Qirkirinên li ser rastiya kurd û pozîsyona ku kurdan di têkoşîna demokrasiyê de li dijî vê yekê bi dest xistine, avahiya berxwedêr a kurdan û rêxistinbûna wan a mezintir û her wiha beşdarbûna jinên kurd di pêşengiya çalakiyan de hişmendiya hevgirtinê zêde dike. Ji ber vê sedemê, kurd wekî reqîb tên dîtin û hedef tên girtin. Kesên ku kurdî bikar tînin ne tenê li ser bingeha ziman tên darizandin. Kurd ne tenê li ser bingeha ziman, lê di heman demê de li ser bingeha nasnameyê jî tên darizandin. Divê her kes zimanê xwe yê dayikê biparêze. Ger zimanê dayikê tune be, huner jî tune ye. Mirov dikare xwe bi zimanê xwe yê dayikê îfade bike. Li cihekî ku zimanê dayikê qedexe be, hunermend jî qedexe ne. Ger zimanê dayikê azad be, huner jî azad e. Divê ramanên mirovan qet nayên zincîrkirin û ji ber ramanên xwe neyên girtin. Tewra ku laş qedexe be jî, divê raman qet neyê qedexekirin. Mala ku huner nekevê, azadî nakevê. Tu hêz nikare hunerê dorpêç bike."
EM DIKARIN BIRATIYÊ AVA BIKIN
Sûavî ku behsa "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" jî kir, got: "Em niha di pêvajoyeke aştiyê de ne. Divê em ji pêvajoya aştiyê ya berê dersan derxin. Ji ber vê yekê, fikarên me hene. Heta ku em hev du wekî neynik bibînin, em ê karibin biratiyê ava bikin. Faşîzm li her derê faşîzm e. Li cîhanê mafên me yên wekhev hene. Li welatê me çandên cuda û gelên cuda hene. Armanca van gelan talankirin, wêrankirin û parçekirina welêt nîne. Îro, avakirina aştiyê ji şerkirinê dijwartir e. Erka her kesî ji bo aştiyê heye."