EDENE - Li Edeneyê polîsan derpêş kir ku li Mala Hunerê ya Hermelê "perwerdehiya rêxistînî tê dayîn" û her wiha kesên diçin mala hunerê jî wekî "endamên rêxistinê" lanse kir. Endamê Koma Pelê Îlyas Arzû bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo xebatên hunerî bên astengkirin ev operasyon hatiye kirin.
Li Edeneyê di 18'ê Hezîranê de endamê Koma Pelê Îlyas Arzû, Devran Ozluk û Devrîm Ozluk, endamên Koma Qêrînê Jiyan Savci û Şîrda Erol û şanoger Sûat Ekîn jî di nav de 14 endamên HDP'ê hatibûn binçavkirin û li dadgehê hatibûn berdan. Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de herî dawî şanoger û xwediyê Mala Hunerê ya Hermelê Tacettîn Başar hat binçavkirin. Der barê dosyeya lêpirsînê de biryara nepeniyê heye û her wiha hat hînbûn ku derbarê gelek kesan de jî biryara girtinê hatiye dayîn.
'TU DIÇÛ MALA HUNERÊ YA HERMELÊ?'
Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan avêt ser Mala Hunerê ya Hermelê û têkiliya wê û "terorê" hat danîn û hat girtin. Lê belê li ser hewldana hunermendên Mala Hunerê ya Hermelê mala hunerê hat vekirin. Polîsan ji bo mala hunerê derpêş kir ku li vira "perwerdehiya rêxistinî" tê dayînç Her wiha polîsan kesên diçin mala hunerê jî wekî "endamên rêxistinê" lanse kir. Hat diyarkirin ku polîsan ji kesên hatine binçavkirin re gotiye "Tu diçî Mala Hunerê ya Hermelê" û bi vî awayî xwestine mala hunerê "terorîze" bikin.
'MÎTÊ SÎXURÎ LI HEVALÊ ME FERZ KIR'
Endamê Koma Pelê Îlyas Arzû ku di çarçoveya dosyeyê de hat binçavkirin û hat berdan, destnîşan kir ku ji bo xebatên hunerî bên astengkirin ev operasyon hatiye kirin. Arzû, diyar kir ku ji ber ku ew muzîkê îcra dikin û tev li xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bûne hatine binçavkirin. Arzû, destnîşan kir ku li emniyetê hatine îşkencekirin û got: "Li emniyetê MÎT'ê sîxurtî li hevalekî me ferz kir. Dema min birin tiba edlî, sirf ji ber ku min nîşaneya serketinê kir, ji paş ve destê min kelemçe kirin û bi îşkenceya derûnî re rû bi rû mam. Hîn jî şopa kelemçeyê li destê min heye."
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
Arzû bilêv kir ku deriyê Mala Hunerê ya Hermelê ji herkesî re vekiriye û got: "Dê li vir çawa fealiyetên rêxistinî û perwerdehiya rêxistinî bê dayîn. Hîn jî fêm nakim. Li vira ji bilî xebatên hunerî tu tiş nayê kirin. Armanca vê operasyonê ew e ku hunermendên şoreşger ên hunereke alternatîf îcra dikin çavtirsandî bikin. Lê belê em bi çewisandin û binçavkirinan serî natewînin û em ê tim bitêkoşin."