ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, di civîna koma HDP'ê de diyar kir ku ji ber berdevkê HDP'ê yê berê Ayhan Bilgen hatibû girtin erka wî dabû ser milê xwe û piştî Bîlgen hat berdan dîsa vê erkê dewrî wî dike. Baydemir, Politikayen AKP'e rexne kir u diyar kir ku AKP ji bo temene xwe direj bike u suce xwe veşere OHAL'e direj dike. Baydemir, tecrida li ser Ocalan ji şermezar kir u ani ziman ku ev suce mirovahiye ye.
Berdevk û Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, di civina kopa partiya xwe ya meclisê de geşedanên di rojevêde nirxand. Baydemir, ewil kesên di êrişa li Somalî de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: "Li kîder cîhanê dibe bila bibe HDP li dijî êrîşên li dijî sivîlan e. HDP dê her dem li dijî êrîşên sivilan be.
'LI TIRKIYE DU XETÊN SIYASÎ HENE: YEK HDP YA DIN JÎ PARTIYÊN DIN
Baydemîr, anî ziman ku HDP'ê 5 sal li pey xwe hişt û wiha got: "HDP'ê bi zanebûn û tecrûbeyên 5 salan ên têkoşina azadî û demokrasiyê hewl dide ala azadî û aştiyê bilindtir bike. Digotin ev qet nikarin bi hevre bimeşin. Binerin di dîroka Komarê de bloka ked û demokrasiyê ya herî mezin me ava kiriye. Îro bîrdoziya HDP'ê li vî welatî dibe vîna çareseriya hemû koman. Carek din derket holê ku li vî welatî du xetên siyasetê hene. Yek jê siyaseta HDP'ê ye, ya din jî partiyêndin in. Yek jê HDP ya wekhevî, yekîtî, edalet, demokrasî û azadiyê diparêze, ya din jî yê OHAL’ê û operasyonan diparêze ye.
'HDP TEQEZ TÊ BIGÊJE ARMANCA XWE'
Baydemîr bal kişand ser tundila dijî HDP'ê û wiha got: "Di 2 salên dawî de girtin, binçavkirin û êrîşên li dijî HDP'ê pir zêde kûne. Wekîl, hevşaredar û rêveberên me jî di navde zêdeyî 5 hezar siyasetmedarên me girtî ne. Li tu derên cîhanê tevgerek siyasî ew qas endam û rêveberên wê ne girtî ne. Ger ku îro partiya îktîdarê serokê wê bê girtin û ew qas endamên wê bên girtin wê wekî çêlikên barûtê belav bibin. Lê HDP ji ber ku hêza xwe ji gel distîne li ser piyan e û di çareseriyê de israr dike. Em dibêjin zext çi dibe biba bibe HDP 'ê bigêje armanca xwe. Berdevkê partiya me dîl hatibû girtin. Ji ber ku berdevkê partiya me dîl hatibû girtin min erka wî dewir girtibû. Lê niha hat berdan ez vê erdê dîsa radestî wî dikim. Ji bo ku ala HDP'ê nekeve xwar min dewir girtibû. Ez niha ji ber ku dîsa vê erkê dewrî hevalê xwe Bilgen dikim ez bi rûmet û serbilind im. "
'DEMÎRTAŞ DÊ BIBE KESÊ DARIZÎNE'
Baydemîr, anî ziman ku Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş 348 rojin girtî ye û wiha got: "Demîrtaş, dê di 7'ê Kanûnê de derkeve dadgehê. Lê dê di 7'ê kanûnê de jî Demirtaş nînin dadgehê. Çima ji ber ku dixwazin bi SEGBİS’ê îfadeya Demîrtaş bigirin. Ji ber ku naxwazin darizandin pêk bê. Ji ber ku ne Demîrtaş ew dê bên darizandin. Rojek bê yên îro Demîrtaş dadirizînin dê Demîrtaş wan darizîne.
'TEVGERA ERDEMVANAN BÛYE PARTIYA RANTXURAN'
Baydemir, partiyên ku îro rantxuriyê dikin jî rexne kir û wiha got: "Tevgera ku li ser navê erdemvaniyê derketin rê îro bûye partiya rantxuran. Digotin em dê bi xizaniyê re û li dijî neliretiyê têbikoşin. Lê îro partiya rantê, nelirêtiyê ye. Xizanan bêtir xizan dike. hemû nelirêtî û diziya xwe vedişêrin."
'JI BO SÛCÊ XWE VEŞÊRIN OHAL'Ê DIRÊJ DIKIN'
Baydemîr, OHAL jî rexne kir û wiha got: "Amûrê xwe biparêzin tune. Ji ber vê yekê OHAL'ê dirêj dikin. Bi amûrê zorê emrê xwedirêj dikin. lê dê heta kengî bi OHAL'ê emrê xwedirêj bikin. Bi KHK’yan heta niha 300 guhertin di zagonan de çêkirin. Niha zagonên nava parlamento jî guhertin. Ji ber ku naxwazin muxalif bi axivin û dengê wan bê bihîstin. Bi dirêjkirina OHAL’ê dixwazin temenê xwe dirêj bikin ev jî heta cihekî ye."
'BEXDÊ FÊZA XWE JI AKP'Ê GIRT Û QEYÛM TAYÎNÎ KERKUKÊ KIR
Baydemîr, anî ziman ku AKP'ê Tirkiye kiriye girtîgeh û wiha lê zêde kir: "Niha li girtîgehên vî welatî zêdeyî 300 hezar mirov girtî ne. Kapasiteya girtîgehan 180 hezar e. Mirov ne tenê li girtîgehan girtî ne. Mirovên derve jî îro girtîne. 185 rojnameger girtî ne. Di cîhanê de yekem Qeyûm ji aliyê AKP’ê ve hatiye avêtin. Tirkiyeya Qeyûma AKP'ê ye. Bexdayê ji fêza xwe ji AKP'ê girt û qeyûm avêt Kerkûkê.
‘TECRÎDA LI SER OCALAN FIKARÊN CIVAKÊ YÊN ÎNFÎAYÊ ÇÊKIKE
Baydemîr bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Li vî welatî 2 salan zarokên kurd, tirk, elewi, sûnî û ereban jiyana xwe ji dest nedan. Salên çareseriyê salên herî bi qîmet ên komarê bûn. Mîmarê vê yekê Birêz Ocalan û serokê AKP'ê Erdogan bûn. Lê piştre ev pêvajo xera kirin û 2 salin bi tu awayî agahî ji Brêz Ocalan nayê girtin. Malbat û parêzer nikarin biçin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Ev tecrîd û îşkence ye. Tecrîda girankirî ye. Em vê yekê şermezar dikin.
ÎŞKENCEYA LI MUGLA ÊRÎŞA LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYE YE
Baydemîr heri dawî anî ziman ku li Muglayê li dijî rûmeta mirovahiyê êrîş pêk hatiye û xwestine tirsa li ser civakê pêş bixin. Yên di salên 1990’an de sûcê şer kirin û DMME'ê ew mahkum kirin îro dîsa heman rêbazê dixin jiyanê.