* Esnaf Halîl Kolûman ê ku li Merterê bi şideta 20 polîsî re rû bi rû ma, diyar kir ku polîsan gef lê xwariye û gotine: "Eger em bixwazin em dikarin li vira te bikujin."
* Kekê leşkerekî ku bi zorê wî birine êrîşa li dijî Efrînê, anî ziman ku derûniya birayê wî xera bûye. Kekê leşker diyar kir ku birayê wî gotiye: "Li Efrînê wehşetek rû da. Min bi çavê xwe dît ku ciwanekî 20 salî gule berda serê zarokekî 5 salî."
* Aborîzan Erol Katircioglû diyar kir ku ji ber krîza aborî dê di demeke nêz de polîtîkaya qaqyîşjidandinê têkeve rojevê û hikûmet dixwaze fatûreya krîzê ne li kesên ku zêde qezenc dikin, lê li kesên xebatkar bibire.
* Li Edeneyê polîsan derpêş kir ku li Mala Hunerê ya Hermelê "perwerdehiya rêxistînî tê dayîn" û her wiha kesên diçin mala hunerê jî wekî "endamên rêxistinê" lanse kir. Endamê Koma Pelê Îlyas Arzû bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo xebatên hunerî bên astengkirin ev operasyon hatiye kirin.
* Parêzer Huseyîn Kaçmaz ku ji HDP'ê bû parlementerê Şirnexê, derbarê encamên hilbijartinê yên bajêr de got: "Botaniyan bersiva polîtîkayên şerî yên AKP'ê dan û şara Dayika Taybetê li erdê nehiştin."
* Danşîna doza 301 karkerên madenê yên di kana Soma de jiyana xwe ji dest dan dê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin. (09.30)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê dê li dijî OHAL û KHK'yan di hefteya 69'an de çalakiya xwe li Îskeleya Karşıyaka berdewam bike. (18.30)