ENQERE - Nivîskar Mehmet Bayrak berî salan der barê îdiayên wekî heq ên li ser Kerkûkê de hin lêkolîn pêk anîn û gelek tişt derxistin ronahiyê. Bayrak li ser dest guhertina Kerkûkê got ku "Rêbaza nû ya DAIŞ'ê Heşdî Şabî ye" û Kerkûk teslîmê wê hatiye kirin, wekî çareseriya herêmê jî rêbaza Rojava da nîşan.
Bajarê Kerkûkê bi salan e statuya wê mijara nîqaşê ye û rêvberiya wê carke din hat guhertin. Piştî sala 2003'yan rêveberî ket destê kurdan, duh piştî pêşmerge ji bajêr vekişiyan bajar bi tevahî ket destê hêzên Heşdî Şabî yên di bin serweriya Îranê. Tirkiyeya ku heta duhê tirkmenên li Kurkûkê tanî rojevê, piştî rêvberî ji kurdan hat standin kêfxweş e...
LI GORÎ ÎSMET ÎNONU KERKÛK
Mehmet Bayrak ê di warê arşîva Tirkiyeyê de gelek lêkolînên wî hene, di pirtûka xwe ya "Belgeyên Kurdolojiyê" de cih daye Îsmet Înonu û balê dikişîne ser agahiyên di hevdîtina Lozanê de hatine kirin. Bayrak di heman demê de berî salan pirsa "Kerkûk warê kê ye" kiriye, van agahiyan jî dispêre "Girtekên Hevdîtina Aştiyê ya Lozanê" ya wergerî tirkî hatiye kirin. Li gorî van girtekan, di hevdîtinên li Lozanê de heyeta di bin serokatiya Îsmet Înonu de der barê nifûsa Mûsil-Kerkûkê de gotiye ku "Sedî 52 nifûsa wê kurd, sedî 28 tirk, sedî 8 ereb, sedî 12 jî ji gelên din pêk tê." Di heman hevdîtinê de der îngiliz jî di girtekan de vê yekê dibêjin: "Sedî 55 nifûsa wê kurd, sedî 8 tirk, sedî 23 ereb, sedî 14 jî ji gelên cuda pêk tên."
Heta li gorî heman çavkaniyan di hin nîqaşên der bare kurdê nêzidî de, tê gotin ku êzidî ne kurd in, Îsmet Înonu bertekê nîşanê vê yekê dide û wiha dibêje: "Êzidî kurd in. Bi kevneşopiyên xwe wekî kurdan e, tenê di navbera wan de cudahiya mezhebî hey; ji ber wê ji hev veqetandina wan ne rast e."
ŞENGAL DÎSA TERK KIRIN
Wargeha êzidiyan Şengal careke din ji hêla PDK'ê ve teslîmê Heşdî Şabî hat kirin. Ev jî wekî berdewama polîtîkaya Baasê ya herêm bê kurd hiştin e. Li gorî Mehmet Bayrak, di serdema Osmaniyan de herêma Kerkûk-Mûslilê ya ku wekî Şehrîzor tê zanîn, li gorî gelek çavkaniyên dîrokî wekî bajarê "Kurdistanê" tê zanîn. Bayrak aşkera dike ku ji ber enerjî û çavkaniyên avî, ev herêm her dem îştahan vedike.
JI BO KERKÛKÊ MODELA ROJAVA
Bayrak ji bo Herêma Federal a Kurdistanê û herêmên mijara nîqaşê modela Rojava pêşniyar kir û wiha got: "Li Rojava cara yekem e kurd nehatin lîstikan û ji bo xwe şer kirin. Tespîta dîrokî wiha ye. Li Başûrê Kurdistanê Peymana CENTO'yê ket dewrê û êrîşê Kerkûkê kirin. Kerkûk ji dîrokê heta niha bajarê kurdan e, ev herêm bi modela Rojava dikare bê bi rêvebirin."
Bayrak got ku "Kerkûk her dem di rojeva Tirkiyeyê de bû" û ev jî bi dewlemendiya Kerkûkê ve girê da. Bayrak herî dawî li ser Heşdî Şabî jî rawestiya û piştrast kir ku ev hêz versiyonekî cuda yê DAIŞ'ê ye.
MA / Kenan Kırkaya