COLEMÊRG - HDP’ê li Colemêrgê 3-0 wekîl derxistin, lê îtîrazên HDP û AKP’ê berdewam dikin. HDP ji bo betalkirina 4 hezar û 800 dengan îtîraz kir. Dîsan ligel ku di hin sindoqan de 2 caran deng hatin qeyd kirin jî, HDP’ê dengên herî zêde girtin, lê hîna jî dengên hin sindoqan derbasî pergalê ne bûne.
Li Colemêrgê, hejmara wekîlan a dinavabera HDP û tifaqa AKP-MHP’ê tim tên guhertin. Li gorî hin çavkaniyan HDP’ê 3 wekîl li Colemêrgê derxistine, lê li gorî hin çavkaniyên din jî HDP’ê 2 wekîl derxistin û yek wekîl jî AKP’ê derxistiye. Derbarê îtîrazan de me bi namzetê parlamenteriya rêza 3’yemîn ê HDP’ê Ozgur Zeydanoglu re hevdîtin kir. Zeydanoglu, diyar kir ku di warê betalkirina dengan de pirsgirêkên cîdî hene.
Zeydanoglu, anî ziman ku li Şemzînana Colemêrgê 25 deng hatin dayîn û wiha got: “Ji van dengan hezar û 800 deng betal kirin. Li bajaroka Derecik, dubarebûyîna dengan pir zêde bûye. Sindoqên du caran dengên tifaqa AKP û MHP’ê hatin nivîsandin hene û ev pirsgirêk berdewam dikin. Sindoqek li Geverê jî hîna neketiye pergalê. Hat gotin ku di sindoqa îro bikeve pergalê de 257 deng ji bo HDP’ê û 34 deng jî ji bo AKP’ê derketine.”
'JI BO 4 HEZAR Û 800 DENGÊN HATIN BETALKIRIN EM ÎTÎRAZ DIKIN'
Zeydanoglu, da zanîn ku HDP’ê ji bo 13 sindoqên Şemzînan, 3 sindoqên Colemêrg û Geverê û 4 sindoqên Çelê îtîraz kirin û wiha bilêv kir: “AKP ji bo gelek sindoqan îtîraz kirin. Di esasê xwe de em ji bo 4 hezar û 800 dengên hatin betalkirin îtîraz dikin.”