ÎZMÎR/ÎSTANBÛL – Parazvanên mafên mirovan li Îzmir û Stenbolê têkildarî îşkence û pêkanînên xerab, bi daxuyaniyên hevpar raporên amade kiribûn parve kirin. Endama TÎHV'ê yê Stenbolê Prof. Dr. Umit Biçer, anî ziman ku li Tirkiye îşkence derketiye asta herî jor û piştî OHAL'ê îşkence li kolanan tê kirin û bûye amûra tundiyê.
Parazvanên mafên mirovan li Îzmir û stenbolê têkildarî 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence dîtine ya NY'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Li Îzmirê parazvanên mafên mirovan ên ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan li avahiya ÎHD'ê ya Îzmirê civîna çapemeniyê pêk anîn. Nûnerê TÎHV'ê yê Îzmirê Coşkun Usterci, diyar kir ku piştî di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlan kirin û şûnde zext û tundî zêde bûye û îşkence derketiye kolanan. Ustercî, da zanîn ku bi KHK’yan bi sed hezaran mirov mexdûr bûye û ji mafê xwe bêpar hatine hiştin. Ustercî, anî ziman ku li zindanê îşkence û tecrîd didome û li ser girtiyan cilên yek tîp hatiye ferzkirin. Ustercî, da zanin ku di bin çavan de jî işkence zêde bûye û 564 kesên di binçavan û girtîgehan de rasti îşkenceyê hatiye serî li wan daye. Ji 564 kesên serî li wan daye jê 272 kes li midûriyeta polîsan, 55 kes li qereqolên polîsan û 171 kes di maşîneyên polîsan de rastî îşkenceyê hatine. Di sala 2017'an de 226 kes li qadê, 70 kes jî li mal û kargeriyan rastî îşkenceyê hatine.
Ustercî, da zanîn ku li gorî daneyên ÎHD'ê di sala 2017'a de 133 jê zarok 5 hezar û 268 kes rastî îşkenceyê hatiye û di serdema OHAL'ê de rojnameger, xwendekar û siyasetmedar jî hatine girtin û rastî îşkenceyê hatine. Dîsa li gorî daneyên ÎHD'ê 401 girtiyên nexweşên giran bi giştî Hezar û 154 girtî nexweş in.
CILÊN YEK TÎP ÎŞKENCE YE
Şaxa ÎHD'ê û Nûnertiya TÎHV'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê daxuşanî da. Endamê TÎHV'ê Prof. Dr. Umit Biçer jî daxuyşanî da û diyar kir ku piştî OHAL hat îlan kirin êdî îşkence li kolanan tê kirin û bûye tiştekî keyfî.