DUHOK – Tirkiye di dem û cihên cuda yên Tirkiyê de careke 8 kes û carek jî 5 kesên sivîl ên ji bajarê Silêmaniyê ne, girtin û ew radestê Cebhet El Nûsra kirin. El Nusra jî ew radestê rayedarên PDK’ê kirine. Beriya şerê Efrînê jî Tirkiye carek 150 û carek jî 80’ê kesênSilêmanî radestê El Nusra kiribûn û wan jî heman şêwazê dabû PDK’ê.
Li gor agahiyan, 15 roj berê Tirkiye di sînorê Tirkiyê de 8 kesên sivîl ên ji Silêmaniyê binçav kirine. Piştî girtinê, di ser Efrînê de radestê komên Cebhet El Nûsra kirine. Li gor agahiyên ji heremê hatî girtin, rayedaren El Nûsra jî, bi hatina şandeyek ENKS’ê re di ser Hatayê de anîne Deriyê Xabûr û radestê rayedarên PDK’ê hatine kirin. Li gor agahiyan 5 kesên din jî çend roj berê ku pasaporta Iraqê bi wan re û ji Silêmaniyê ne ji aliyê Tirkiye ve hatine binçavkirin û ew jî di ser Efrînê de radestê komên El Nusra hatine kirin. Hat destnîşankirin ku amedekarî tê kirin bi riya şandeyeke ENKS’ê careke din bînin ser sînorê û radestê rayedarên PDK’ê bikin. Hat gotin ku serçeteyên El Nûsra pêşî rasterast bi rayedarên PDK’ê re dikevin têkilî û li ser daxwaza wan bi şandeyên ENKS’ê re tînin ser sînor û ew radestê PDK’ê tên kirin.
ÇIMA DANÛSTANDINEK WISA?
Beriya şerê Efrînê jî Tirkiye carek 150 û carek jî 80 kesên sivîl ên ji Silêmaniyê ne, binçavkiribûn piştî çend rojan di ser Hatayê de radestê komên Cebhet El Nûsra yên li Idlibê kiribûn û wan jî piştre radestê rayedarên PDK’ê kiribûn. Dubarekirina heman bûyeran, di hişê mirovan de pirs çêdike ku di hiqûqa nav du dewlet an jî welatan de dema binçavkirin an jî derxistina derveyê sînor de, bi riya dîplomatîk bi nûnerên dewletan re têkilî tên danîn, lê niha çima têkiliyek a El Nûsra, PDK’ê re tê danîn.
Hat gotin ku ligel bi hemû welatiyên ji Silêmaniyê pasaporta Iraqê bi wan re hebûye jî Tirkiye dema radestkirina van kesan tu têkiliyekê dîplomasiyê bi hikumeta navenda Iraqê re an jî hikumeta Herêma Kurdistana Federal re dananiye û rasterast radestê El Nusra kiriye û wan jî di ser ENKS’ê de radestê PDK’ê kirine.