WAN - Li gundên Gorîstina Xerzan û Gorîstina Îsmaîl Ronahî lê hatin rûxandin, HDP bû partiya yekemîn.
Li gundên navçeya Tetwan a Bedlîs û navçeya Gimgim a Mûşê yên Goristana Xerzan û Goristina Îsmaîl Rohanî hatin rûxandin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rekor şikand.
Sindoqên hilbijartinê yên gundê Oleka Jor a di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenaze ji Goristina Xerzanê hatin derxistin û rûxandin, veguhestibûn gundê Hîrvis ê AKP di hilbijartinên bûrî dê de bûyî yekemîn partî. Di sindoqên hatin veguhestin de HDP’ê 235 deng girtin û AKP’ê 120 deng girtin.
Dîsan di 10’ê Çileya 2017’an de li gundê Kolan a navçeya Gimgimê ya Mûşê, Goristina Îsmaîl Ronahî ya 27 cenazeyên PKK’iyan tê de bûn hatin rûxandin. Ji 3 sindoqên Kolan, HDP’ê 793 deng û AKP’ê jî 34 deng girtin. Ji bo hilbijartina serokkomariyê jî Selahattîn Demîrtaş 773, Tayyîp Erdogan 42 û Muharrem Înce jî 28 deng girtin.