AMED - Rêxistinên Civaka Demokratîk, têkildarî îşkence û pêkanînên xerab, li avahiya TÎHV'ê civîna çapemeniyê pêk anîn û diyar kirin ku li Tirkiye îşkence derketiye asta herî jor. Rêxistinan xwestin OHAL ê rakirin.
Rêxistinên sivîl ên demokratîk ku ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV), Odeya Tabîban a Amedê, Komeleya Înîsiyatifa Mafan û Baroya Amedê têkildarî 26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya Kesên Îşkence dîtine ya NY'ê li avahiya TÎHV'ê ya Yenîşehîra Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn.
'ÎŞKENCE ZÊDE BÛYE'
Li ser navê Rêxistinên Demokratîk Endama TÎHV'ê Elif Turan, diyar kir ku di salên dawî de ji xeynî rêveberiya otoriter û diktator, di rejîmên demokrasiyê de zêde bûne. Turan, anî ziman ku piştevaniya bi kesên rastî îşkence dîtine re girîng e û wiha got: "Li Tirkiye piştî 20'ê Tîrmeha 2016'an rewşa awarte hat îlan kirin û şûnde azadiya mafên bingehîn hatine asteng kirin. Di milê îşkence û muameleyên xerab de jî binpêkirin pir zêde bûye. Di sala 2017'an de 616 kesan serî li TÎHV'ê daye. Li Tirkiye îşkence gelek zêde bûye û ketiye astek tirsnak. Di navbera 16'ê Tebaxa 2015 û 1'ê Hezîrana 2018'an de herî kêm 1 milyon û 809 hezar welatî ketine bin bandora qedexeya kolanan.
HÊJMARA GIRTÎ Û HIKÛMXWARAN ZÊDE BÛ
Turan, anî ziman ku li gorî lêkolînên 2017'an ên ÎHD'ê ji bilî binçavkirinê hêjmara kesên hatin girtin û hikûm li wan hat xwarin zêde bû. Di vê pêvajoyê de 133 jê zarok 5 hezar û 268 kes rastî îşkenceyê hatin. Di serdema OHAL'ê de rojnameger, siyasetmedar û akademîsyen hatin girtin. Li gorî daneyan di sala 2005'an de hêjmara girtî û hikumxaran 55 hezar û 870 kes bûn. Li gorî kanûna 2017'an hêjmar gihişt 232 hezar û 179 kesan. Di meha nîsana 2018'an de hêjmara girtiyan 467 hezar û 673 kes bi kontrol hatin berdan û li derve bi kontrol tên darizandin.
Li gorî adara 2018'an 401 jê giran Hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên ÎHD'ê di navbera 2017 û 2018'an de Di serî de li Enqere 12 kes bi zorê hatin revandin. 4 jê hatin berdan û aqûbeta 8 kesan ne diyar e. "
Turan xwest demek berî demekê OHAL bi dawî bibe û ev îşkenceya li ser mirovan tê meşandin jî bi dawî bibe.
Turan, bang li hemû kesên rastî îşkence û muameleya xerab tên kir û xwest serî li ÎHD û TİHV'ê bidin.