RIHA – Li Rihayê bermayiyên tibî û malê dirêjin ber ber dîwarê nexweşxaneyê. Rêveberiya nexweşxaneyê vê gemarê ji nedîtî ve tê û got: “Agahiya me jê nîne. Em ê paqij bikin.”
Li navçeya Eyyubiye ya Rihayê bermayiyên tibî yên Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê ya di bin banê Nexweşxaneya Welidandina Jin û Zarokan dirêjin ber dîwarê wê û ber dîwar bûye sergo. Her roj bi hezaran mirov diherikin vê nexweşxaneyê û rastî vî dîmenên sergo tên. Bêhnek pîs ji bermayiyan belavî derdorê dibe û mirovan aciz dike.
Têkildarî mijarê em li rêveberiya nexweşxaneyê geriyan. Rêveberiya nexweşxaneyê sergoyê bermiyayan ji nedîtî ve hat û got: “Agahiya me jê nîne. Em ê demildest paqij bikin.”