AGIRÎ - Apê zaroka 4 salî Leyla ya 12 rojin windaye Zekî Aydemîr, diyar kir ku bi tevlîbûna ekîbên nû xebatên wan ê lêgerînê berdewam dikin û got: “Herî zêde îxbarên derew me xemgîn kirin. Em ji mirovan rica dikin ku îxbarên derew û şaş nekin.”
Zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bizirxanê yê navenda Agiriyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de winda bû, lêgerîna wê didome. Ekîbên Serokatiya Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Afatê (AFAD), AKUT , cendirme û yên taybet ên ji Stenbolê û Enqerê hatin lêgerîna li gund berdewam dikin. Apê zaroka 4 salî Leyla ya 12 rojin windaye Zekî Aydemîr, diyar kir ku bi tevlîbûna ekîbên nû xebatên wan ê lêgerînê berdewam dike û wiha axivî: “Herî zêde îxbarên derew em xemgîn kirin. Em ji mirovan rica dikin ku îxbarên derew û şaş nekin. 100 îxbarên heya roja îro hatin, hemû jî derew derketin .
'EM TENÊ DIXWAZIN LEYLA BÊ DÎTIN'
Aydemîr, da zanîn ku îro ji Enqerê û Stenbolê ekîbên taybet hatin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lêgerîn li derdora gund berdewam dike. Em tenê dixwazin Leyla Bê dîtin. Ji bo bê dîtin tişta ji destê me were emê bikin.”