Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê

  • rojane
  • 14:24 27 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di encamnameya konferansa li Parlamentoya Ingilistanê de daxwaza sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. 

Di 26'ê Hezîranê de ji aliyê “Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji Ocalan re” û “Centre for Kurdish Progress” ve konferans hate lidarxistin. Di konferansê de di serî de Tirkiye û Kurd lêgerînên aştî û çareseriyê yên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin. Konferansa ku ji sê rûniştinan pêk hat, parlamenter, akademîsyen, rojnamevan, sendîkavan û nûnerên civaka sivîl tev li bûn. Ji Partiya Muxafazakar Baroness Foster û Baroness Verma malovanî ji konferansê re kirin.
 
RÛNIŞTINA DESTPÊKÊ: LI ROJHILATA NAVÎN LÊGERÎNÊN AŞTIYÊ
 
Di rûniştina destpêkê de ku bi sernavê “Rêya Aştiyê: Tirkiye Kurd û li Rojhilata Navîn Aramiya Herêmî” hate lidarxistin. Parlamenterê berê yê HDP'ê û Hevşaredarê Berê yê Amedê Osman Baydemîr rûniştin bi rê ve bir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ji Zanîngeha Oxfordê rojnamevan û akademîsyen Ezgî Başaran, rojnamevanê ji Rojava Ferhad Hemmî û teorisyenê siyasetê Prof. Abbas Valî axivîn.
 
Tûncer Bakirhan, qala girîngiya danûstandin û diyalogên ji bo aştiya navbera gelan kir. Ezgî Başaran jî qala êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê kir ku Tirkiye di polîtîkaya derve de jinûve bikeve pozîsyonekê û diyar kir ku ev rewş dikare aştiyê ya navxweyî ji nû ve bixe rojevê. Ferhad Hemmî jî bal kişand ser bandora fikrên Abdullah Ocalan li ser modela xwerêveberiyê ya li Rojava û qala mobîlîzasyona civakî ya şoreşa Kobanê kir. Prof. Abbas Valî jî qala dîroka tevgera Kurd kir û destnîşan kir ku aştî bêyî demokrasiyê nabe.
 
RÛNIŞTINA DUYEMÎN: TECRÛBEYÊN AŞTIYÊ YÊN NAVNETEWEYΠ
 
Ji kesayetên sereke yên tevgera sendîkayî ya li Ingilistanê Clare Baker rûniştina duyemîn bi rê ve bir ku bi sernavê “Pêvajoyên Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî” hate lidarxistin. Di vê rûniştinê de jî ji Rêveberiya Trajed Union Congress (TUC) Mariela Kohon ku şêwirmendî ji pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê re kir û nûnerê Trademarkê Sean Byers axivîn.
 
Di rûniştinê de dersên dîrokî yên pêvajoyên aştî û lihevkirinê, bingehên civakî hatin nîqaşkirin. Li ser mînakên Kolombiya, Îrlanda û Efrîqaya Bakur girîngiya diyalogê di pêvajoyên aştiyê de hate nirxandin.
 
Di panela duyemîn de ji Partiya Karker (Labour) û ji Kameraya Lordan Muarice Glasman amade bû. Glasman destnîşan kir ku partiya wî ji bo mayindekirina hewldana aştiyê ya navbera Kurdan û Tirkiyeyê divê wezîfeyê pêk bîne.
 
Di vê rûniştinê de peyama Sinn Feinê hate xwendin. Di peyamê de hate ragihandin ku banga aştiyê ya Abdullah Oalan kêliyeke diyarker e û wiha hate gotin: “Divê Ocalan bê berdan; azadiya wî ji bo avakirina pêvajoyeke berfireh esas e."
 
RÛNIŞTINA SÊYEMÎN: ROLA INGILISTANÊ Û AZADIYA ABDULLAH OCALAN 
 
Rûniştina sêyemîn û ya dawî bi sernavê “Teşwîqkirina aştiyê: Rola Ingilistanê” hate lidarxistin û Simon Dubbins pêşengî jê re kir ku berdevkê Kampanya Azadî ji bo Ocalan e. Ji Partiya Muxafazakar Baroness Verma destpêkê axivî û diyar kir ku aştî hewldaneke hêja û girîng e. Baroness Foster jî malovanî ji rûniştinê re kir.
 
Ji Zanîngeh Oxfordê doktorê hiqûqê û parêzer Stephen Knight û ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek axivîn. Knight anî ziman ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Ingilistanê pêvajoyên aştiyê dixe nava zor û zehmetiyê. Meral Çîçek jî bal kişand ser diyalektîka navbera azadiya civakî û azadiya jinê û destnîşan kir ku aştî û demokrasî bêyî jinan nabe.
 
ENCAMNAMEYA KONFERANSÊ 
 
Di dawiya konferansê de encamname ji aliyê Simon Dubbins ve hate parvekirin. Daxwazên hevpar ên beşdaran di encamnameyê de ev in: 
 
“*Em, ji bo parastina aştî, edalet û mafên bingehîn ên gelê Kurd ê li Tirkiyeyê û gelên li Rojhilata Navîn em biryardariya xwe careke din destnîşan dikin.
 
* Em piştgiriyeke xurt didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan ku 27'ê Sibatê kir. Ev bang ji bo diyalogê û jinûve avaikrina baweriyê firsendeke jiyanî ye.
 
DIVÊ GAVÊN BI LEZ Û ŞÊNBER BÊNE AVÊTIN
 
* Em piştgiriyê didin gavên çêker ên nûnerên Kurdan ji bo aştiyê avêtine; em dibînin ku ev hewldan ji bo bidawîkirina tundiyê, ji bo çareseriya polîtîk a demdirêj û diyalogê ne.
 
* Em bang li dewleta Tirk dikin ku ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê gavên bi lez û şênber biavêje. Beriya her tiştî divê komîsyoneke parlamenteran a di ser partiyan re bê avakirin ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Siyaseta berfireh, şefaf û hesabdayinê esas e. Bendewariya avakirina vê komîsyonê di nava meha Tîrmehê de banga me hîn lezgîn dike.
 
* Em dizanin ku aştiyeke daîmî pêvajoyeke demdirêj e. Lê belê mecbûrî ye ku divê gavên bingehîn ji niha ve bêne avêtin.
 
GIRTIYÊN SIYASÎ DIVÊ BÊNE BERDAN
 
* Em dixwazin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tavilê bi cih bêne anîn, bi taybetî Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Osman Kavala û girtiyên din ên siyasî bêne berdan. Girtîhiştina siyasî hem pîvanên hiqûqî hem jî îhtimala aştiyê binpê dike. Divê Tirkiye berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne.
 
HIKÛMETA INGILÎZ DIVÊ JI BO AŞTIYÊ BI ROLA XWE RABE
 
* Em bang li hikûmeta Ingilistanê dikin ku piştgiriyê bide hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê û ji bo parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê bi roleke erênî ya dîplomatîk rabe.
 
* Em ji Ingilistanê dixwazin ku piştgiriyê bide vîzyona Sûriyeya pirrengî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Demokratîk.
 
DIVÊ DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN KRÎMÎNALÎZASYONÊ BÊ ANÎN
 
* Em ji Ingilistanê dixwazin ku dawî li krîmînalîzekirina aktîvîst û civaka Kurd a li Ingilistanê bîne.
 
* Em dixwazin qedexeya li ser PKK'ê ji nû ve bê nirxandin, weke ku beriya niha di pêvajoyên aştiyê yên li Îrlanda Bakur, Kolombiya û Efrîqaya Başûr bû, nas bike ku diyaloga siyasî pêkan e.
 
* Em di wê baweriyê de ne ku civaka sivîl, sendîka, rêxistinên civakî, saziyên fikrî, akademîsyen û saziyên li Ingilistanê ji bo pêvajoya aştiyê ya daîmî ya li Tirkiyeyê bi hevkariya bi hikûmet û aktorên siyasî re dikare piştgiriya dîplomatîk bikeve nava liv û tevgerê.
 
DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE
 
* Em weke daxwaza xwe ya bingehîn dubare dikin ku divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe. Li gorî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pênaseya 'Mafê Hêviyê', em dixwazin ku Ocalan bibe xwedî derfetên azad ên kar û jiyanê. Rola Ocalan a di hevdîtinên aştiyê de berê jî gelekî krîtîk bû û bêyî ku karibe têkiliyê bi şêwirmendên hiqûqî dîne, nepêkane ku pêşketin pêk were.
 
ÊRIŞÊN HEWAYÎ DIVÊ BÊNE RAWESTANDIN
 
* Di serî de êrişên hewayî yên li ser Herêma Kurdistanê ya Iraqê em dixwazin hemû operasyonên leşkerî bi lez bêne bidawîkirin. Di demekê de ku li Rojava danûstandin û agirbesta demkî dewam dike, tundiya li Bakurê Iraqê li pêşiya aştiyê astengiyeke mezin e.
 
* Ji bo aştiyeke mayinde û wekhev a li Tirkiye û herêmê, em di wê baweriyê de ne ku diyalog û hurmeta li mafên mirovan yekane rêya derbasdar e.”

Sernavên din

10:20 Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike
10:18 Li Hesandînê xebatên bêyî ÇED’ê: Hişyariya texrîbatên jêneveger hat kirin
09:43 Fatma Bostan Unsalê bangî desthilatê kir: Divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin
09:42 Li Rihayê dê danişîna tecawizkirina zarok bê lidarxistin
09:41 Seferî Yilmaz: Divê li dijî rantxwirên şer her kes ji bo aştiyê bixebite
09:24 Malbata Rozerîn Çûkûrê bertek nîşanî biryara AYM'ê da: Me edalet nedît
09:00 Nivîskar Taç: Em li pêvajoyê xwedî derkevin
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2025’AN
08:29 Mihrîcana Tetwanê: Em jin ji bo pêvajoyê amade ne
08:28 Li Îzmîrê li dijî CHP’iyan operasyon: Tunç Soyer hate binçavkirin
30/06/2025
17:21 Temellî: Divê zemîna hiqûqî were avakirin
17:07 Encamnameya Meclisa Ekolojiyê ya Amedê: Bi komunan em xwezayê biparêzin
16:19 Jin di ‘Atolyeya Jineolojiyê’ de hatin gel hev
16:06 Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ji bo 8’ê Tîrmehê bang kir
15:23 Şirîn Ebadî: Îşkenceyên li Girtîgeha Evînê zêde bûn
14:57 Li Amedê sulha du malbatan hate kirin
14:46 Mihrîcana jinan di roja duyemîn de didome
14:38 Şîna Bêrîvan Arazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:29 Ji ber ‘pîrozkirina Newrozê’ ceza dan girtiyên jin
13:55 Kerîm Boran ji girtîgehê derket
13:32 Şewata li Antakyayê gihişt jîngehan
13:10 CHP: Em partiya xwe teslîm nakin
13:00 Di doza lijneyê ya CHP’ê de dê xwe li benda ‘îtîraza li dijî bêpeywiriyê’ bigirin
12:19 Xwebûn bi manşeta ‘Şêx Seîd dengê gel bû’ derket
12:11 Dayikan banga yekitiyê li gelê Kurd kir
11:51 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
11:50 Li gorî TUÎK’ê 2 milyon û 972 hezar kes bêkar in
11:05 Xêro Abbas: Divê hunermend piştgiriyê bidin pêvajoyê
10:15 Kesên dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin tên Tirkiyeyê
09:52 Şewata li 3 bajaran hate kontrolkirin
09:51 De Conca: Çareserî manîfestoya Ocalan e
09:34 Serokkomar biryara tehliyeya girtiyê nexweş Boran da
09:33 Şewatên li Îzmîrê di roja 2’yemîn de ne:10 tax hatin valakirin
09:12 ‘Gel piştgiriyê dide pêvajoyê’
09:11 Piştî îşkenceyê gef xwarin: Ev der Guantanamo ye
09:10 ‘Nabe ku girtiyên nexweş bibin mijara bazarê’
09:00 ROJEVA 30’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:22 Şewata li Omeryayê hate vemirandin
29/06/2025
17:43 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn: Cihê gorên wan nîşan bidin
16:44 Şêx Seîd û hevalên xwe li Xarpêtê hatin bibîranîn
15:29 Ji MED TUHAD-FED û OHD’ê rapor: 631 girtiyên nexweş hene
15:02 DEM Partî bi serokên baroyan û hiqûqnasan re civiya
14:50 Li Kerboranê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin
14:49 Çîçek: Dema mijar dibe Kur û Ocalan hiqûqê ji holê radikin
14:25 Li Amedê konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ hat lidarxistin
13:25 Komxebata di Civaka Demokratîk de Ked: Em neşopînin, ava bikin
13:01 DEM Partiyê ji bo Şêx Seîd banga daxwaza ‘îade-î îtîbarê’ kir
12:22 Bayindir: Dê têkoşîna 100 salî ya gelê Kurd bi serkeftinê tacîdar bibe
12:10 Ji Trump daxuyaniyê Xezeyê: Lihev bikin
11:39 Li Gimgimê mihrîcana jinan: Li cihê Ekîn xistin erdê em radibin ser pêyan
10:41 DBP’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
10:35 Bi dikana xwe ya biçûk têdikoşe
10:34 Hejmara 122’yan a kovara Jinê derket
10:29 Di 24 saetan de li Xezeyê 81 kes hatin qetilkirin
10:23 ‘Divê jin tevli pêvajoyê bibin’
10:19 Akademîsyen Mecîd: Duseriya partiyên Kurd li pêşiya yek lîsteyê astengî ye
09:59 Li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn, kuştina Rozerîn Çûkûr rewa ye!
09:51 Hevşaredarên Tetwanê: Bi mihrîcanê em xwedî li çanda xwe derdikevin
09:50 'Şer hejmara astengdaran zêde dike’
09:24 Rojnameger: Divê kesên gef li hempîşeya me xwarin bên darizandin
09:14 Li Agiriyê 'Civîna Civaka Demokratîk' hat lidarxistin
09:02 'Li Rojhilata Navîn aştî û dîzaynkirin bi gelan re pêkan e'
09:01 Hiqûqnas Yokuş: Pêvajo dê bi temînata qanûnî bi ser bikeve
09:00 Komkujiyên li dijî jinan li Rihayê hate protestokirin
09:00 ROJEVA 29’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:59 Li Erdîşê coşa ‘Şahiya Biharê’
08:59 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê rastî eleqeyê tê
08:51 Sebahat Atabey ji hêla jinan ve hate definkirin
28/06/2025
16:50 Ji bo girtiyên nexweş banga tehliyeyê
15:42 Ji bo Qada Galatasarayê kampanya
15:40 Xizmên windayan li 3 bajaran daxwaza edaletê kirin
15:33 Bandora serhildana Şêx Seîd a li Kurdistanê tê gotûbêjkirin
15:06 Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Wanê civiya
14:56 Bayindir bang li partiyan kir: Bersivê bidin banga Ocalan a ji bo kongreya neteweyî
14:22 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên 5 kesan bên darizandin
14:19 Di doza îşkenceya polîsan a li hemberî zarok de biryar hat xerakirin
14:15 Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên KHK’iyan divê tavilê gav bên avêtin
14:05 Di ser mirina Yildirim de 12 sal bihurî: Em ê têkoşîna wî bidomînin
13:42 Ji bo girtiyê nexweşê anevrîzmê pêşniyara 'li revîrê emeliyat'
13:25 HPG’ê têkildarê mirina Ceylan de daxuyanî da
13:09 HPG-NRÇ: Êrîşên artêşa Tirk didomin
12:26 DEM Partî li Amerîkayê têkildarê pêvajoyê dest bi hevdîtinan kir
12:25 Li Ceyhanê jinek hate kuştin
12:09 Dê Mazlûm Erencî li ser gora xwe bê bibîranîn
11:29 Hunermendên ku beşdarî Şahiya Biharê ya Erdîşê bûn: Em xwedî li çanda xwe derkevin
10:36 Şahidên Madimakê: Heta Elewî wek hemwelatiyên wekhev neyên dîtin aştî pêk nayê
09:53 Welatiyên ku malên wan ji lehiyê zirar dîtibû çareseriyê dixwazin
09:04 Ji bo girtiya nexweşa giran Fatma Tokmak serlêdana nû: Rewşa wê pir krîtîk e
09:03 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Polîtîkayên bêcezakirinê pêşiya mafyayê vedikin
09:02 Neviyê Şêx Seîd: Em ê piştevaniya aştiyeke adilane dikin
09:01 Bîrên petrolê kaniyên gundê dîrokî ziwa kir
09:01 ‘Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê ji bo pêvajoyê sûdewer be’
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:40 Trump sivikkirina cezayên li ser Îranê rawestand
27/06/2025
16:30 Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
16:28 Rêxistinên mafan ragihandin ku ji bo pêvajoyê dest bi xebatan dikin
15:43 Rapora girtîgehan: Mafên herî bingehîn jî hatine sekinandin
14:24 Li Parlamentoya Ingilistanê ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê
13:46 Mamosteyê ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 28 sal ceza lê hatibû birîn winda ye
13:11 Abdullah Ocalan: Şêx Seîd dengê gel bû û li dijî zilmê paşve gav neavêt