WAN/QERS - Li Wanê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de 5 rêveberên DBP'ê yên berê binçav kirin. Li Qersê jî 32 kesên ku 5 roj berê hatibûn binçavkirin hêj di bin çavan de ne.
Polisan li Wanê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 5 rêveberên Partiya Herêmên demokratîk (DBP yên berê binçav kirin. 5 kesên ku hatin binçavkirin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.
32 KES 5 ROJIN HÊJ DI BIN ÇAVAN DE NE
Li navçeya Dîgor a Qersê jî 32 kesên ku di 12'ê Cotmehê de hatin binçavkirin jî 5 rojin hêj di bin çavan de ne. Ji 32 kesên di bin çaıvan de hinek ji wan li Fermandariya Cendirmeyan û hin ji wan jî li Midûriyeta Polîsan tên rawestandin Piştî binçavkirina 7 rojan li bendê ye wan derxin pêşberî dadgehê.